Emîrekî DAIŞê li Dêrazorê hat girtin

Asayişa Rêveberiya Xweser a Rojvayê Kurdistanê girtina emîrekî DAIŞê, li gundewarê Dêrazorê ragihand.

23.07.2023, Paz - 19:06

Emîrekî DAIŞê li Dêrazorê hat girtin
Nuçe Belav bike

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Rêveberiya Xweser têkildarî girtîna emîrekî DAIŞê li gundewarê rojhilatê Dêrazorê daxuyaniyek da û tê de diyar kir ku hêzên wan taybet HAT bi operasyoneke taybet emîrekî DAIŞê girt.

Li gor daxuyaniyê piştî lêkolîn, dûvçûn û komkirina zanyariyan, ji aliyê hêzên wan yên taybet ve bi alîkariya Hêzên Hevpeymaniya Navdweltî ya li Dijî DAIŞê, duh serê sibehê, operasyonek li dijî şaneyên DAIŞê li rojhilatê Dêrazorê pêk anîn û di encamê de emîrekî DAIŞê hat girtin.

Asayişa Rêveberiya Xweser herwiha dibêje gelek çek û teqemenî bi wî emîrê DAIŞê re hebûne û dest danî bi ser wan de jî girtine.

Asayişê heta niha navê wî Emîrê DAIŞê belav nekir, lê got ku lêkolîn bi wî re dest pê kirine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 279 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:25:31
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x