Esed û Feyaz hevkariyên li dijî terorê û kontrolkirina sînoran gotûbêj dikin

Serok Sûriyeyê û Serokê Heşda Şeibî li Iraqê bihêzkirina hevkariyên her du welatan di warên rûbirûbûna terorê û kontrolkirina sînoran gotûbêj kirin.

07.05.2024, Sal - 10:49

Esed û Feyaz hevkariyên li dijî terorê û kontrolkirina sînoran gotûbêj dikin
Nuçe Belav bike

Ajansa “SANA” ya fermî ya Sûriyeyê belav kir, Serok Sûriyeyê Beşar Esed duhî 6ê Gulanê li Şamê pêşwazî li Serokê Heşda Şeibî Falih Feyaz kir.

Diyar kir jî, di civînê de, xurtkirina hevkariyê di navbera herdu welatan de di aliyê têkoşîna li dijî terorê, şopandina sînor û têkbirina rêxistinên tundraw ên ku ewlehiya Sûriye û Iraqê armanc digirin, gotûbêj kirin.

Li gorî SANAyê, Esed tekez kir ku terora ku xwe dispêre kuştin û rijandina xwînê, li her derê cîhanê yek e, her çend navên wan rêxistinên terorîst cuda bin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 165 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:43:19
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x