Generalê Amerîkî: Rûsyayê li Sûriyê êrîşî balafirên me kiriye

Generalekî Amerîkî dibêje, firokên şer ên Rûsî êrîşî sê firokên bê firokevan yên Amerîkî kirin dema ku wan li ser mîsyona dijî terorîstan li Sûrîyê bûn.

06.07.2023, Per - 06:44

Generalê Amerîkî: Rûsyayê li Sûriyê êrîşî balafirên me kiriye
Nuçe Belav bike

Generalê Hêza Hewayî ya Amerîkî Alexus Greenkevich di daxuyaniyekê de got, "Dema ku sê balafirên bêpîlot ên Amerîkî MQ-9 li dijî armancên DAIŞê mîsyonê pêk dianîn, sê firokeyên şerker ên Rûsyayê dest bi çewsandina firokeyên Amerîkî kirin."

Greenkevich got ku leşkerên rûsî gule li balafirên bêpîlot ên Amerîkî reşandin, ku neçar man xwe veşêrin, di heman demê de yek ji pîlotên rûsî şewata dûvê li ber drona "MQ-9" vêxist, û şiyana wê ya ku bi ewlehî bifire sînordar kir.

Herwiha Alexus Greenkevich got: "Ev bûyer nimûneyeke din e ji reftarên neprofesyonel û ne ewle yên hêzên asmanî yên Rûsî ku li Sûriyê kar dikin, ku ewlekariya hêzên Amerîkî û Rûsî bi hev re dixin metirsiyê û bang li Mosko kir ku dev ji vê reftarên bêhiş berde.’’

Di destpêka vê salê de, Dewletên Yekbûyî got ku balafirek şer a Rûsyayê dronek Amerîkî li ser Derya Spî xistiye, lê Moskow berpirsiyariya xwe red kir.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 296 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:13:16
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x