Hejmara şervanên QSD'ê ku li Reqqayê jiyana xwe ji dest dan eşkere bû

Koalîsyona navneteweyî ya dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike li xwe mikur hat ku di operasyonên Iraq û Sûriyeyê de 786 sivîl hatine kuştin.

27.10.2017, Cum - 07:25

Hejmara şervanên QSD'ê ku li Reqqayê jiyana xwe ji dest dan eşkere bû
Nuçe Belav bike

Koalîsyona Navneteweyî ya dijî rêxistina terorîst a DAIŞ'ê ku Amerîka pêşengiya wê dike di daxûyaniya xwe de got: "Li gorî agahiyên baregeha operasyonê di êrişên hewayî yên koalîsyonê de 786 sivîl bi şaşî hatin kuştin."

Herwiha koalîsyonê kuştiyên hêzên iraqî û Quwetên Sûriyeya Demokratîk (QSD) jî eşkere kirin. Li gorî texmînên koalîyonê di şerê Mûsilê de derdora hezar û 200 û hezar û 500 leşkerên iraqî hatin kuştin û dora 8 hezar leşker jî birîndar bûn. Di operasyona Reqqa û herêmên din de jî dora hezar û 100 endamên HSDê jiyana xwe ji dest dan û nêzîkî 3 hezar û 900 şervanên HSDê jî birîndar bûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 2155 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:41:00
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x