Heleb: Li taxa Kurdan şer û pevçûn, kuştî û birîndar hene

Hat gotin ku li taxa Şêx Meqsûdê ya Helebê 12 çekdarên birêvebiriya Şamê hatine kuştin, sivîlek û 3 şervan jî birîndar bûne.

10.03.2025, Pts - 11:47

Heleb: Li taxa Kurdan şer û pevçûn, kuştî û birîndar hene
Nuçe Belav bike

Hêzên desthilata nû ya Sûriyeyê şeva borî êrişî xaleke kontrolê ya taxa Şêx Meqsûdê ya Helebê kir.

Hêzên Parastina Şêx Meqsûdê jî bersiv da êrişê.

Li gorî nûçeya ANHAyê, pevçûnê nêzîkî 3 seatan ajotiye.

Li gorî heman çavkaniyê, 12 çekdarên desthilata Şamê hatine kuştin û 3 endamên Hêzên Ewlehiya Hundirîn û sivîlek jî birîndar bûne.

Her wiha hat gotin ku birîndarên hêzên birêvebiriya Şamê jî hene.

Li hêla din, Berdevkê Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê Hesen Ebdulxenî îdia kir ku şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) êrişî hêzên wan kiriye lê wan “êriş şikandiye.”

Hesen Ebdulxenî got ku wan “xisar gihandiye” Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û qala ti windayên xwe nekir.

 

Vî nûçeyê tevayî: 594 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:44:33
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x