Îsraîlê civîneke milîsên ser bi Îranê ve bombebaran kir: 61 kuştî

Hejmara kuştiyên êrîşa Israîlê li ser bajarê Tedmurê ya li parêzgeha Humsê gihîşt, 61 kesan ku 28 ji wan, çekdarên milîsên ser bi Îranê yên ji regezên biyanî ne

21.11.2024, Per - 11:24

Îsraîlê civîneke milîsên ser bi Îranê ve bombebaran kir: 61 kuştî
Nuçe Belav bike

Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan belav kir, firokeyên Îsraîlê duhî 20ê Mijdarê  2 cih li taxa Cimiyê ya Tedmurê ku yek ji wan komgeheke çekan e û cihê sêyem jî civîneke serkirdeyên milîsên Îranî ligel serkirdeyên Tevgera Nûceba ya Îraqî û serkirdeyekî Hizbullaha Libnanî bombebaran kirin.

Rewangehê diyar kir, di êrîşan de 61 kes hatine kuştin, ji nava wan 33 kes welatiyên Sûriyê ne yên din jî biyanî ne û çekdarên Tevgera Nuceba ya Iraqî û Hizbullaha Libnanî ne.

 Li gorî zanyariyên Rewangehê, di êrîşa Îsraîlê de zêdeyî 50 birîndaran hene, 7 ji wan sivîl in.

Îsraîlê ji destpêka îsal ve 152 caran xaka Sûriyeyê kiriye armanc, tê de 273 armanc wêran kirine, 364 leşker û çekdar kuştine û 305 jî birîndar bûne. Herwiha 62 sivlî hatine kuştin kuştin û 69 sivîl jî birîndar bûne.

 

Vî nûçeyê tevayî: 73 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:27:46
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x