Siyasetmedarê Îraqî Îzet Şabender naveroka hevdîtineke xwe û Serokê desthilata nû ya Sûriyeyê Ehmed Şer eşkere kir û got ku Şer ji fermandarê HSDyê re gotiye ku "tiştê ew dide Kurdan zêdetir e ji tiştê ku xewnan pê dibînin û Kurd jî wekî her neteweyeke Sûriyeyê mafên wî parastî ne."
Siyasetmedarê Îraqî Îzet Şabender di bernameya Rûdawa Îro de behsa çend dosyayên rojane dike; di nav wan de pirsa bêçekkirina komên çekdar ên Îraqê û êrişên Îsraîlê li ser welatên herêmê. Ew bawer dike ku Îsraîl hincetekê dibîne da ku êrişî Îraqê bike.
Di beşekî axaftinên xwe de, behsa sînordarkirina hêza Îranê li herêmê dike û bawer dike ku Îran xwe ji herêmê vekişandiye û êdî ne amade ye pere û şiyana xwe li welatên din xerc bike.
Îzzet Şabender got "Îro Îran bi sedema rewşê û bi sedema zextan û bi sedema helwesta lawaz a Ereban ku nezan û bê minet e; vekişiyaye, Îran lingên xwe kom kir û got em vedigerin ba xwediyên xwe û ew pereyên me dan û ew hewlên me kirin û piştgiriya me kir, êdî em dê li kurên xwe xerc bikin û hûn bi xwe kar û barên xwe bi Îsraîlê re bicih bînin."
Danûstandinên Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî,digel komên çekdar ji bo bêçekkirina wan gihiştine çi astî?
Îzet Şabender: Divê em tekeziyê li ser wê yekê bikin ku komên çekdar an jî desteyên çekdar, sedemên avakirina wan sedemên niştimanî ne, lewma bi ti awayî nabê paşeroja wan di çarçoveyeke neniştimanî de be. Ji ber ku avabûna wan niştimanî ye, divê paşeroj jî ji bo van koman ji aliyê berjewendiya niştimanî ve li ser were biryardan, ne hereşe û gefên ku Amerîkî û Îsraîlî tim li ser dikin.
Heta niha ji bo kesên din eşkere ye ku ev kom herî kêm karên xwe yên leşkerî sist kirine wek bersivdanekê ji bo nerîna hikûmetê, ew nerîna ku ji çavkaniya berjewendiya niştimanî derdikeve. Hemû hest dikin ku lihevtêgihiştin heye, eger ragihandî û eşkere jî nebe, di navbera hikûmeta Îraqê û serokên van koman de. Hikûmeta Îraqê jî baş dizane ku nabe hincetekê bide destê wan ku bike komên çekdar berdewam bin û bi xwe û çekên xwe ve bimînin.
Bi giştî, ji bo bersivdana pirsa te dikarim bibêjim di astekî baş de lihevtêgihiştin heye ku ev komên çekdar destê xwe naxin biryardanê di gavên şer an aştiyê de digel ti aliyekî ji aliyên navneteweyî an herêmî. Biryara şer û aştiyê di destê dewletê de ye, dewlet û hikûmet jî dibêje ku derketina hêzên Amerîkayê di Îlona 2026an de dê xala yeklakirî û dawî be ji bo mayîna her pirtiyeke çekan li derveyî çarçoveya desthilata dewletê.
Lewma derketina nêzîk a Amerîkiyan bi alîkariya Xwedê, hêzeke xurt li vê lihevtêgihiştinê dixe û li gorî nirxandina min û hevdîtinên min bi hin serokên komên çekdar re, ez dikarim hest bi wê yekê bikim ku ew qurbaniyê li berjewendiya niştimanî nakin û naxwazin rexneya rakişandina Îraqê bo nava şerekî li stûyê wan be ku pêwendiya wê bi Îraqê re nîne, herî kêm di demên pêş de.
Wate Îraq di qonaxa sistkirina çekan de ye ne bêçekkirinê, heta hêzên Amerîkayê ji Îraqê derdikevin?
Dikare ev derbirîneke rast be, sistkirina çekan qewimiye bi armanca bêçekkirina dawî.
Paşeroja van komên çekdar çi dibe piştî bêçekkirinê?
Behsa paşerojê nehatiye kirin, lê biryar dê ji bo wan komên çekdar be, gelo ew ê xwe belav bikin û bibin komên sivîl wek dema berî avakirina xwe, yan na dê daxwaza tevlîbûna dezgehên hikûmetê bikin wek karmend an li Wezareta Karên Navxwe û Wezareta Parastinê. Ev ne zehmet e û nabe asteng li pêşiya riya çareseriyê. Çareserî di wê de ye ku ev biryar li ba komên çekdar û serokên wan geş dibe û pêş dikeve. Hikûmet jî piştgiriya pêşketina vê biryarê dike.
Hikûmet dem bi dem hişyariyê dide ku dijminahiya Îsraîlê û bêdengiya Amerîka û Ewropayê li hemberî wan komkujiyan li Xezze û derveyî Xezzeyê li seranserê axa Filistînê dibin, ev zulm hestê xelkê dilivîne û pirsgirêkê zêdetir dide hincetên hebûna van komên çekdar. Lewma ji perspektîfa însaf û dadmendiyê ku mixabin her tim nîne, divê tenê bi çavên Îsraîlî û Amerîkî li hebûna van komên çekdar nenihêrin, belkî bi çavekî giştîtir ji wê, ev jî girîng e. Çîroka ku bi du pîvanan tiştan bipîvin, çîrokek e ku divê bidawî bibe û ez hêvîdar im ku Amerîkî jî vê yekê digel Îraqê ceribînin.
Ez tekez dikim ku eger ev komên çekdar bi bêçekkirinê razî bûn, ev ne ji tirsa êrişên Amerîkî an Îsraîlî ye, belkî ji bo lihevhatinê digel berjewendiya niştimanî û tiştê ku Îraq di vê demê de pê hewce ye.
Rûdaw: Birêz Şabender, dema ku te li Xê nivîsî ku sedemên avakirina komên çekdar ên Îraqê niştimanî bûn, bi taybetî ji bo rûbirûbûna wî terorê ku ji derve tê, û nabe guftûgo li ser paşeroja wan di derveyî çarçoveya niştimanî de were kirin. Gelo mebesta te ew e ku nabe behsa paşeroja van komên çekdar ji aliyên din ve, ji bilî Îraqiyan, were kirin?
Gelekî spas ji bo vê pirsê...
Li vir dixwazim gelekî zelal bim madam te spasî min kir, mebesta min aliyê Îranî û nerîna Îranê ye li ser bêçekkirina koman
Mebesta min jî aliyê Îranî ye, mebesta min jî aliyê Îranî ye zêdetir ji aliyê Amerîkî. Çareserî û afirandina wêneya dawî ji bo paşeroja van komên çekdar divê bi tevahî Îraqî û niştimanî be, ne bi destwerdana Îranî ku ji hebûn û berdewambûna wan hez dike, ne jî destwerdana Amerîkî ku li ser hebûn û berdewambûna wan hişyariyê dide. Ev mijareke gelekî girîng e.
Bi eşkereyî, ez û tu jî dizanin ku kesayetiya Îraqî û exlaqê Îraqî rezîlî û sernermkirinê qebûl nake. Ev pirsgirêkeke niştimanî ye beriya ku pirsgirêkeke din be. Îro Amerîkiyan pir li serê dirêj kir, Îsraîliyan jî pir li serê dirêj kir bi awayekî nedadmend û nabe ku li hemberî wê bêdengî were hilbijartin. Lê cîhan hemû bêdeng û lal e li hemberî tiştê li Xezze û Filistînê diqewime.
Mînakekê didim te li ser Lubnanê. Balafirên Îsraîlê yên stemkar başûrê Lubnanê wêran kirin û başûrê Beyrûtê jî wêran kirin. Baş e, lê îro aştiyeke heye eger demê wê sînordar be jî û dem bi dem tê dirêjkirin. Lê gelo mafê Amerîkiyan e ku veto li ser xelkê daynin ku dixwazin malên xwe ava bikin? Niha biryareke Amerîkî heye, hikûmeta Amerîkayê hikûmeta Lubnanê agahdar kiriye ku astengiyê li her gavekê dikin ku ber bi avakirina malên hilweşandî ve diçe, heta ku hikûmeta Lubnanê digihîje asteke lihevtêgihiştina bilind digel hikûmeta Îsraîlê. Rezîlbûn bes e, di dawiyê de jî eger ev rezîlî berdewam be, teqîn nêzîk e.
Gelo komên çekdar ên Şiî yên Îraqê azadiya biryardan heye? Mebesta min dûr ji Îranê ye, gelo Îran azadiya biryardanê li ser çekên wan daye wan?
Ji min bigire, pêncî sal e ez di siyasetê de me û şarezayiyeke baş a welatên cîran heye. Min kesek nedîtiye ku ji Îraqiyan bêtir niştimanperwer be. Ev destwerdana Îranê jî... duh li kanaleke Erebî behsa komên çekdar kir û got ew komên alîgirên Îranê ne. Beriya ku dest bi axaftina xwe bikim, min got pêşkêşkar divê vê gotinê rast bike, ev kom alîgirên Îraqê ne. Lê em înkar nakin ku ew ji aliyê Îranê ve tên piştgirîkirin. Piştgirî ji alîgiriyê cuda ye.
Ji min werbigire, ti pirsgirêk di dilsozî û welatparêziyê de nîne bêtir ji ya ku li Amerîkayê heye. Pergel, pergela desthilata Amerîkî alîgiriya xwe ji bo Îsraîlê dixe pêşiya girêdana xwe ya bi Amerîkayê ve. Me hemûyan dît di Kongrêsê de çi qewimî dema ku tawanbar û mehkûmkirî ji aliyê Dadgeha Bilind a Tawanan ve, Netanyahu, ku bi terorê hatiye mehkûmkirin, serdana Kongrêsê kir. Çawa Kongrêsa Amerîkî her xulek bi çepikan radibe ser pêyan. Ev ji bo serokekî Amerîkî nehatiye kirin, neqewimiye, ji bo ti mêvanekî jî nehatiye kirin di dîroka Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de. Lê Kongrês û Serokê Kongrêsê û hemû ew çeteyên li wir dixwastin tekez bikin ku alîgiriya wan ji bo Îsraîlê bihêztir e ji girêdana wan bi Dewletên Yekbûyî re.
Lewma em razî nabin û red dikin ku navê van komên çekdar wek alîgirên Îranê were birin. Devê xwe bigirin, guman li ser dilsoziya we ji bo axa we heye, guman li ser welatparêziya we ji bo dîroka we ya windabûyî heye. Lê dema Îranek radibe ji bo piştgiriya van komên çekdar, ev nayê wê wateyê ku ev kom Îranî ne û ev jî nayê wê wateyê ku alîgirên Îranê ne. Welatparêzî û dilsozî li ba we nîne ne ku li ba me.
Îro ez dibihîzim hinek kesên torehildayî û kirêgirtî hene ku qanûna azadkirina Îraqê ji Îranê gotûbêj dikin. Bi nifir bin, herin biryara Amerîkayê ji pergela Siyonîstan û wê lobiya Siyonîst li Washington û New Yorkê azad bikin. Hûn tên Îraqê ji Îranê azad dikin? Ma Îraq cihekî dagirkirî yê Îranê ye?!
Birayê min, îro Îran bi sedema rewşê û bi sedema zextan û bi sedema helwesta lawaz a Ereban ku nezana û bê minet e, Îran vekişiyaye. Ez ji te re dibêjim, Îran lingên xwe kom kir û got em vedigerin ba xwediyên xwe û ew pereyên me dan û ew hewlên me kirin û piştgiriya me kir, êdî em ê li kurên xwe xerc bikin û hûn bi xwe kar û barên xwe bi Îsraîlê re saz bikin, rewşa xwe bi Îsraîl û Amerîkayê re saz bikin.
Divê em dadmend bin, birayê ezîz. Îro ev çîroka xwedûrgirtinê û sînordarkirina çekan di destê dewletê de, ev hincet in ku Amerîkî û Îsraîlî dixwazin bînin holê. Ev pêşekî ye ji bo dijminahiyê. Ez pirsekê ji te û ji temaşevanan dikim, gelo ti welat heye ku xwe ji nakokiya bi Îsraîlê re dûr xistibe zêdetir ji hikûmeta nû ya Sûriyê? Nîne, bi kiryarî Îsraîl lê dixe û bombebaran dike û derdikeve hundir, em tew daxuyaniyekê ji hikûmeta nû ya Sûriyê nabînin!
Ev ji aliyê rastiyê ve, ji aliyê hizrê ve jî me hevpeyvîn û hevdîtinên çekdaran û berpirsên nû yên Sûriyê dîtin ku bi eşkereyî dibêjin Îsraîl ne dijminê me ye û dijminê me yê rastîn Îran e. Ez dibêjim, gelo ev xwedûrgirtina ji aliyê rastî û hizrê ve ji nakokî û rûbirûbûna digel Îsraîlê, Sûriye ji dijminahiya Îsraîlê parastin kir? Bersîv na ye.
Ma Îraq ji êrişên Îsraîlê dê were parastin?
Dê neyê parastin. Ji min werbigire, Îraq çi bike û çi bibêje û bi her awayî xwe ji rûbirûbûn û xweveşartina vê nakokiyê dûr bixe, Îraq ji dijminahiya Îsraîlê nayê parastin. Ji bo Îsraîliyan ne zehmet e û ne bêşiyan in di çêkirina hincet û sedemên derewîn de. Sibê dê ji me bixwazin û bibêjin malên cihûyan hene berî 150 salan, em dixwazin wan vegerînin. Kolanek a cihûyan heye û dukanek heye a kesekî bi navê Heskîl e, em dixwazin bên vegerînin.
Divê em vê yekê baş fêm bikin û bi awayekî objektîf bi wê re reftar bikin. Nexşeya Îsraîlê sînorê wê nîne, nexşeya wê ew e ku sînorê wê bigihîje cem min, ber bi başûrê Îraqê û rojavayê û rojhilatê.
Te behsa Sûriyeyê kir. Tu ji wan kesî yî ku piştî ketina rejîma Sûriyê ji carekê bêtir te Ehmed Şer (Colanî) dîtiye. Nerîna Şer li ser têkiliya bi Îranê re çi ye?
Min ew mêr dît ku amade ye têkilî bi her aliyekî navneteweyî an herêmî dayne, bi hemû eşkereyî, tenê Îran nebe. Ew di vê qonaxê de xwe ji Îranê dûr dixe. Belkî şiroveya min wiha be ku ew piştgirî ku çêbû û şahiya Ewropî ku serê pêşî de çêbû dema ku ew mêr - Şer - hat Şamê, ev di bingehê xwe de şahî bû ji bo derketina Îranê û derketina Hizbullahê, ne şahî ji bo ketina Beşar Esed yan şahî ji bo hatina Şer wek serkirdeyekî nû ji bo Sûriyê.
Lewma dema ku serkirde nû û hukim nû rastî dijminahiya Îsraîlê hatin ku heta niha nesekiniye, Ewropiyan bêdeng bûn û Amerîkiyan jî bêdeng bûn û hemûyan jê re gotin here tu û Xwedayê xwe şer bikin, em li vê derê rûdinên. Ji ber vê ew mêr têkilî digel Îranê naxwaze û ez bawer im qenaeta wî heye ku tu berjewendî di têkildariya bi Îranê re nîne, heta eger di asta dîplomatîk de jî be, di vê demê de.
Tu bawer î ku Ehmed Şer dê beşdarî di lûtkeya Erebî a li Bexdayê de bike ku tê çaverêkirin?
Wî bi peyvekê got ku Sûriye dê beşdariyê bike, êdî eger ew be yan wezîrê karên derve, di wê demê de ev mijar tê çareserkirin, lê Sûriye dê beşdariyê bike.
Digel Ehmed Şer te behsa Îsraîl û têkiliya wî digel Îsraîlê kiriye. Nerîna wî li ser Îsraîlê çi ye?
Nerîna wî zilamî ew e ku divê ji aliyê navneteweyî ve piştgirî ji bo şermezarkirina vê dijminahiyê were berhevkirin. Nerîna wî ew e ku em di vê demê de nikarin rûbirûyî wan bibin, lê em bi bêdengiyê jî razî nabin. Ew berdewam e di berhevkirina dengekî navneteweyî û herêmî de li dijî dijminahiya berdewam a Îsraîlê li ser Sûriyê. Ev e nerîna wî ji bo rûbirûbûna Îsraîlê.
Kewaté tu meyla wî nîne ji bo rûbirûbûna Îsraîlê li derveyî çarçoveya siyasî?
Na, bi ti awayî. Lê şarezayiya min li Sûriyê û nasîna min a gelê Sûriyê, ez bawer im ku kolana Sûriyê berxwedaneke gelêrî û rêxistinkirî li hemberî vê dijminahiyê diafirîne. Nîşanên wê diyar bûne li hin deran ku alîgirên desthilata nû ne, lê çîroka bêdengiyê bi wan re nayê hezimkirin û nayê qebûlkirin û amade ne ji bo rûbirûbûna rasterast li hemberî her dijminahiyeke bejahî ya Îsraîlê. Belkî ev deng û ev nerîn ji hemûyan xurttir be.
Nerîna Şer li ser Îraqê bi awayekî giştî çi ye? Gelo dixwaze tolê ji komên çekdar ên Îraqê bistîne ku piştgiriya Beşar Esed kirin?
Na, na bi ti awayî, tiştekî weha nîne. Ew dixwaze rûpeleke nû di têkiliyan de veke û bawer dike ku di berjewendiya Sûriye û Îraqê de nîne ku di dawiyê de Sûriye opozisyona Îraqî li cem xwe kom bike û Îraq jî opozisyona Sûriyê li cem xwe kom bike û wiha ji bo çend dehsalan strûyê hev bigirin. Ev ezmûnek e ku rejîma Sûriyê di serdema Esed de derbas bû, di serdema Esed û Sedam de. Ew jî naxwaze dubare bike. Ew bawer dike ku Sûriye û Îraq du welat in ku bi hev re temamkerê hev in di aborî, ewlehî û siyasetê de. Ev baweriya wî ye û her ev jî ragihandiye.
Bawerî bi demokrasiyê heye?
Bi eşkereyî, eger tu helwesta min dixwazî, ew bi ti awayî bawerî bi muhaseseya taîfî û beşkirinê nîne. Ew bawer dike ku tiştê heta niha kiriye şêweyeke ji şêweyên demokrasiyê ye û bawer dike ku demokrasiya rastîn pêdivî bi zemînsaziyê heye. Ev nerîna wî ye, demokrasiya rastîn pêdivî bi zemînsaziyê heye. Ji ber ku nabe gelekî ku zêdetirî pêncî sal e di bin siya dîktatoriyê de ye ji nişka ve derkeve hundir fezaya vekirî. Ew bawer dike ku ev dê bike demokrasî xerab bê bikaranîn. Lewma li gorî têgihîştina min, ji ber vê yekê wî pênc sal dane xwe heta ku welat veguhêze pergaleke demokrasiya destûrî ya cîgirtî.
Çawa dixwaze Sûriyê birêve bibe, dewleteke navendî ya xurt an nenavendî û federal?
Tu dizanî, tu gelek pirsan li ser Şer ji min dikî wek ku ez berdevkê fermî yê wî bim!
Na, lê kêm in ew kesên ku wek te ew dîtine Birêz Şabender, û ji bo çend saetên dirêj jî wekî ku ez dizanim.
Belê rast e rast e, belê pir rast e. Na, ew bi eşkereyî bawerî bi federaliyê nîne. Ew bawerî bi yek Sûriyayê heye ji bakur heta başûr û kar jî ji bo wê dike. Ew ne amade ye ku razî be tew bi pêşekiyên dabeşkirin û perçekirinê. Ew wiha dibêje, lê tu dizanî û temaşevan jî dizanin ku nerîneke Amerîkî-Îsraîlî ji bo paşeroja Sûriyê heye ku ew jî ew e ku Sûriye yek perçe namîne.
Gelo we behsa Kurdan kir? Ji ber ku ezmûneke Îraqê jî heye, we behsa mafên Kurdan û daxwazên Kurdan li Sûriyê kir? Gotûbêja we li ser vê mijarê çawa bû?
Belê, wî behsa wî birayê HSDyê kir - Mezlûm Ebdî - behsa hevdîtina xwe a bi wî re kir ku ji carekê zêdetir bû. Ew wisa dibîne, li gorî ya ku ew dibêje, wî ji Mezlûm Ebdî re gotiye ku tiştê ew dide Kurdan zêdetir e ji tiştê ku xewnan pê dibînin eger ew veqetin an xwerêveberî hebe. Ew wisa dibîne ku Kurdê Sûriyê Sûriyeyî ye beriya ku Kurd be an Ereb be. Hemû ew maf heye ku hemû Sûriyeyî hene û ew erkê li ser wan e ku li ser hemû Sûriyeyiyan e. Loma ew di hevdîtina xwe ya yekem de digel wî birayê HSDyê tund bû, di hevdîtina duyem de nermtir bû, niha jî gelekî baştir e ku têkilî di navbera HSD û hikûmeta Sûriyê de gihîştine.
Rewşa Sûriyê bandorê li Îraqê dike û ev ti guman tê de nîne, lê li gorî nerîna te Birêz Şabender ji aliyê stratejîk ve, stratejiya Sûriyê bi serkêşiya Şer dê ber bi welatên Erebî ve be yan digel Tirkiyê be?
Ez wê gotinê dikim ku Şer bi xwe dibêje, belkî ez bi xwe jî pir qenaet bi wê nînim. Ew wisa dibîne ku kûrahî û rehenga wê Erebî ye zêdetir ji ya ku tiştekî din be. Wek belge jî li ser wê dibêje ku serdana wî ya yekem bo Şahînşahiya Erebistana Siûdî bû ne ku welatekî din. Bi vê dixwaze peyamekê bide ku kûrahiya Sûriyê kûrahiyeke Erebî ye ne tiştekî din. Ew têkiliya xurt digel Tirkiyê red nake, dudil jî nîne di pêşkêşkirina spasdariya xwe ji bo piştgiriya Tirkiyê. Lê ew berê xwe dide têkiliyên Erebî û ji bo wî ew têkilî beriya têkiliyên din tên.