Konseya Leşkerî ya Durziyan: Em dê li dijî her cure dijminatiyê rawestin

Konseya Leşkerî ya Siweydayê Şam bi "sûcên şer ên plankirî" tawanbar kir û got, "Em dê bi hemû hêza xwe bersiva her cure dijminatiya ku di paşerojê de hebe bidin."

03.05.2025, Cts - 10:04

Konseya Leşkerî ya Durziyan: Em dê li dijî her cure dijminatiyê rawestin
Nuçe Belav bike

Konseya Leşkerî ya Siweydayê ya girêdayî civaka Durzî ya Sûriyeyê ragihand, ew dê destûrê nedin ku hêzên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê bikevin herêmên wan.

Di şer û pevçûnên li başûrê Şamê yên di navbera Durziyan û hêzên ewlehiyê yên girêdayî Şamê de zêdetirî 100 kesî hatin kuştin.

Rêberê Manewî yê Durziyan Şêx Hikmet El-Hicrî doh di daxuyaniyekê de xwest ku "hêzeke aştiyê ya navneteweyî" ji bo parastina civakê here Sûriyeyê.

Hicrî, bûyerên li Ceremana û Sehnayeyê bi rengê "êrişeke jenosîdî ya neheq a li dijî kesên ku bi aştî li malên xwe rûniştibûn" bi nav kir.

Konseya Leşkerî ya Siweydayê piştgirî da daxwaza Hicrî û got:

"Ji bo rawestandina xwînrijandinê, em ji Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî dixwazin ku di bin çavdêriya hêzên navneteweyî yên bêalî de herêmeke ewle li Siweyda û derdora wê were avakirin."

Her wiha jî wan ji Komîsyona Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî xwest ku "Bi lezgînî komeke lêkolînê bişîne da ku sûcan belge bike û lêpirsînekê di dadgeheke navneteweyî de li ser berpirsyaran dest pê bike."

Konseya ku 24ê Sibatê di bin serokatiya efserekî berê yê artêşa Sûriyeyê de hat avakirin û ji komên çekdar ên Durzî pêk tê û Hicrî piştgiriyê didiyê got:

"Em dê destûrê nedin ku herêma Çiyayê Ereb radestî rêxistina Heyeta Tehrîr El-Şamê were kirin.

Em bi ti awayî destûrê nadin ku hêzên ewlehiya giştî yên bi navê xwe têkevin Çiyayê Ereb."

Çiyayê Ereb herêmeke çiyayî ya li başûrê parêzgeha Siweydayê ye ku herêma sereke ya bicihbûna Durziyan e.

Çi qewimîbû?

Bûyeran şeva duşemê piştî belavbûna qeydeke dengî dest pê kir ku tê îdiakirin peywirdarekî dînî yê Durzî heqaret li Pêxemberê Îslamê kiriye.

Piştî vê yekê li bajarê Ceremaneyê ku Durzî û Xiristiyan lê dijîn pevçûn derketin.

Şeva sêşem û çarşemê jî pevçûn derbasî herêma Sehnayeyê bûn ku dîsa şêniyên Durzî û Xiristiyan lê dijîn.

Li gorî Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) di pevçûnên du rojan de 102 kes mirin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 132 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:29:20
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x