Li Îdlîbê damezrînerê El Nusrayê hat kuştin

Ebû Mariya Qehtaniyê ku yek ji damezrînerên El Nusrayê ye li Îdlibê hat kuştin.

05.04.2024, Cum - 15:03

Li Îdlîbê damezrînerê El Nusrayê hat kuştin
Nuçe Belav bike

Endamên Tehrîr El Şamê (HTŞ) ku herêma Îdlibê di bin kontrola wan de ye, DAIŞ ji kuştina Qehtanî berpirsiyar girt.

Hat ragihandin ku Qehtanî li Sermedaya bakurê Îdlibê di êrişeke xwekuştinê ya endamekî DAIŞê de hatiye kuştin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Suriyeyê (SOHR) ev êriş teyîd kir lê heta niha ti aliyî têkildarî bûyerê daxuyaniyek nedaye û berpirsiyariya êrişê li xwe negirtiye.

SOHRê da zanîn ku di êrişê de 2 kesên bi Qehtanî re jî birîndar bûne û birînên wan xedar in.

Qehtaniyê ku navê wî yê rast Miyeser Elî Evdila Cibûrî ye, sala 1976an li Îraqê ji dayik bûye û yek ji damezrînerên El Nusrayê bû.

Li gorî Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY), Qehtanî sala 2011an ji Mûsilê derbasî Sûriyeyê bûye û li wê derê îdeolojiya El Qaîdeyê belav kiriye.

Vî nûçeyê tevayî: 169 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:48:34
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x