Li Şehbayê êrîşî hêzên Rûsyayê kirin

Li Herêma Şehbayê li dijî dewriyeyeke hêzên Rûsyayê êrîşek çê bû. Li gor zanyariyên destpêkê, dewriyeke hêzên Rûsyayê hatiye armanckirin û kuştî û birîndar hene.

12.06.2023, Pts - 10:18

Li Şehbayê êrîşî hêzên Rûsyayê kirin
Nuçe Belav bike

Çavkaniyekî ji Şehbayê ji Rûdawê re ragihand, îro dronekê otomobîleke hêzên Rûsyayê li herêma Şehbayê kir armanc û di êrîşê de hejmarek leşkerên Rûs hatine kuştin û birîndarkirin.

Li gor agahiyan, êrîş li ser rêya Hirbil li bakurê Fafînê hatiye kirin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) jî ragihandiye, topxaneya Tirkiyê dewriyeyeke hêzên Rûsyayê kiriye armanc û diyar kiriye, di êrîşê de leşkerekî Rûsyayê hatiye kuştin û 4 leşker jî birîndar bûne.

Herêma Şehbayê li rojhilatê Efrînê ye û yek ji navçeyên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Rêveberiya Xweser de ye. Lê piştî zêdebûna gefên Tirkiyê di wan salên dawî de, li ser sînorê wê herêmê û Efrînê hêzên Rûsyayê û hêzên hikûmeta Sûriyê hatine bicihkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 390 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:16:05
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x