Li Sûriyeyê pevçûn: 20 kuştî

Li bajarokê Senemînê yê parêzgeha Derayê ya Sûriyeyê di pevçûna du grûpên çekdar de 20 kes hatin kuştin.

08.04.2024, Pts - 14:58

Li Sûriyeyê pevçûn: 20 kuştî
Nuçe Belav bike

Piştî ku 8 kesan di encama teqîna bombeyekê de canê xwe ji dest da di navbera her du grûpan de şer û pevçûnan rû daye.

Li gorî agahiyan, grûpên ku bi hev çûne grûpa Mihsin Himêdê ku endamekî Îstixbarata Sûriyeyê ye û grûpa din jî a kesekî bi navê Ehmed Cemal Lebad e ku karmendekî berê yê Îstixbarata Sûriyeyê bûye.

Grûpa Mihsin, Ehmed Lebad bi danîna bombeyekê tohmetbar kiriye ku bûye sedema kuştina 8 zarokan û êrişî mala wî kiriye.

Grûpa Mihsin, mala Ehmed Lebad daye ber êgir, hemû kesên li malê kuştine û termên wan şewitandine.

Di vê êrişê de hevjîna Ehmed Lebad, 2 zarokên wî, 2 kesên din ên sivîl û 14 çekdar hatine kuştin.

Vî nûçeyê tevayî: 255 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:19:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x