Medyaya Fermî ya Îranê: Hejmareka diplomatkaran û fermandeyekê artêşa Qudsê di êrîşa Dîmeşqê de hatine kuştin

Medyaya Fermî ya Îranê kuştina hejmareka endamên artêşa Pasdaran li Balyozxaneya Îranê li Dîmeşqê radigehîne, ku ji aliyê artêşa Israîlê ve hatine armanckirin.

02.04.2024, Sal - 10:59

Medyaya Fermî ya Îranê: Hejmareka diplomatkaran û fermandeyekê artêşa Qudsê di êrîşa Dîmeşqê de hatine kuştin
Nuçe Belav bike

Medyaya Fermî ya Îranê ragehand, “Di verêja êrîşekê de ku ji aliyê Israîlê ve hatiye kirin, heşt kes li Balyozxaneya Îranê li Dîmeşqê hatine kuştin”.

Medyaya Fermî ya Îranê eşkere kir, “Fermandeya artêşa Qudsê ya girêdayî artêşa Pasdaran li Libnan û Sûriyeyê di wê êrîşê de hatiye kuştin”.

Balyozê Îranê li Dîmeşqê jî ji aliyê xwe ve ragehand, “Ew êrîşa Israîlê belge ye ku Israîl itîrafê bi rewatiya qanûnên navdewletî nake”.

Ji aliyekî dî ve Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Feysel Mîqdad serdana cihê wê teqînê kir û got, “Ev êrîşên dijminkarane bandorê li peywendiyên navbera welatê wî û Îranê nakin”.

Ajansa Fermî ya Sûriyeyê duh (Duşem, 01ê Nîsana 2024ê) ragehand, “Çend teqîn li derdorên Dîmeşqa paytexta Sûriyeyê çê bûn”.

Ajansa Fermî ya Sûriyeyê çi zanyarek li ser cihê wan teqînan û zirarên canî û madî belav nekiriye lê amaje daye, “Artêşa Israîlê avahiyek li wê taxê kiriye armanc”.

Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan ji aliyê xwe ve zêdetir zanyar li ser wan teqînan eşkere kirin û amaje da ku, ew teqîn li devera Mîzeyê ya rojavayê Dîmeşqê çê bûne.

Di eynî demê de çend ajansên nûçeyan ji çend çavkaniyên Îranî eşkere kiriye ku, avahiyê Balyozxaneya Îranê li Dêmeşqê û mala Balyozê Îranê ji aliyê Israîlê ve hatine armanckirin.

Medyayên Îranî behsa wê yekê jî dikin ku, Balyozê Îranê bi serkirdeyên Bizava Cîhadê re li nav wî avahî di civînê de bûn.

Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan duhî jî (Yekşem, 31ê Adara 2024ê) belav kiribû, “Ji verêja teqîna erebeyeka bombekirî li yek ji sûkên milî yên bajarkê Azazê yê girêdayî parêzgeha Helebê ya Sûriyeyê, heşt kes hatin kuştin û zêdetirî 25 kesan jî birîndar bûn”.

Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan herwesa ragehand, “Zêdebarî zirarên canî, teqîna Azazê gelek zirarên madî gehandine sûka milî ya Azazê”.

Azaz girêdayî parêzgeha Helebê ye û li bin kontirola komên çekdar ên nêzî Tirkiyeyê ye.

 

Vî nûçeyê tevayî: 120 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:44:28
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x