Medyaya Rûsyayê: Amerîkayê çekên li dijî firokeyan derbasî Sûriyeyê kirin

Medyaya Rûsyayê ragihand ku Amerîka şerê li Xezeyê wekî derfet bikar tîne û baregehên xwe li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê bihêztir dike.

30.11.2023, Per - 06:37

Medyaya Rûsyayê: Amerîkayê çekên li dijî firokeyan derbasî Sûriyeyê kirin
Nuçe Belav bike

Nûnerê Rûsyayê yê Neteweyên Yekbûyî Vassily Nebenzia di civîna Encumena Asayîşa Navdewletî de Amerîka tometbar kir ku li Sûriyeyê aramiyê têk dide.

Vassily Nebenzia got ku Amerîka êdî şerê DAIŞ û El Qaîdeyê nake û hebûna wê li Sûriyeyê nerewa ye.

Nebenzia herwiha îdia Amerîka dixwaze li Sûriyeyê aramiyê têk bide.

Ji aliyê din ve medya fermî ya Rûsyayê jî ragihand ku di van rojê dawî de Amerîka baregehên xwe li Sûriyeyê bihêztir kirine.

Li gorî medyaya Rûsyayê Amerîkayê ji sînorê Iraqê re çekên li dijî firokeyan derbasî Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê kiriye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 334 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:36:20
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x