Parêzgerê Şamê yê nû Mahir Merwan ji radyoya niştîmanî ya giştî ya Amerîkayê (NPR) re got, “Sûriyeyê çi tirsek li beranberî Israîlê nîne, heta arêşeyek jî pê re nîne.”
Mahir Merwan tekez jî kir, “Birêveberiya nû ya Sûriyeyê bizavê nake desttêwerdanê di çi pirsekê de bike, ku li ser ewlehiya Israîlê û çi welatekî din ê deverê bibe gef.”
Navbirî herwesa amaje da, “Israîlê piştî nemana Rijêma Esed ji ber komên çekdar ên diyarkirî hest bi tirs û nîgeraniyê kir, ev jî tirs û nîgeraniyeke xwezayî bû.”
Parêzgerê Şamê yê nû ron jî kir, “Karê pêşiyê yê hikûmeta nû ya Sûriyeyê seqamgirî û aştiya deverê ye û gelê Sûriyeyê jî wê dixwaze û hevrikiyan naxwaze.”