Pedersen: Me di hevdîtinên Şam û HSDê de pêşketinek dît

Nûnerê Neteweyên Yekgirtî ji bo Sûriyeyê Geir Pedersen dibêje, êrîşên çekdarî yên vê dawiyê li beravên Sûriyeyê gelek sivîl bûne qurbanî. Herwiha tekez kir ku divê bawerî di nav pêkhateyên Sûriyeyê de bê vegerandin.

26.03.2025, Çar - 10:21

Pedersen: Me di hevdîtinên Şam û HSDê de pêşketinek dît
Nuçe Belav bike

Encûmena Asayişa Navdewletî duh Sêşemê 25ê Adarê li ser rewşa Sûriyeyê û bi taybet bûyerên vê dawiyê yên li beravên wî welatî civiya.

Pedersen got, bûyerên li beravên Sûriyeyê nîgeraniyên li ser paşeroja wî welatî zêde kirine. Her wiha got, li beravên Sûriyeyê êrişên çekdarî çêbûne û gelek kes hatine kuştin û ev yek jî bûye pirsgirêkeke ewlehiyê li vî welatî.

Nûnerê Neteweyên Yekgirtî ji bo Sûriyeyê û Encûmena Asayişa Navdewletî komkujiyên li beravên Sûriyê şermezar kirin û Pedersen got: “Ji bo eşkerekirina berpirsyarên rastî yên komkujiya li dijî sivîlan, lêkolînên zêdetir hewce ne.

Pedersen behsa rêkeftina di navbera Serokê Qonaxa Veguhêz a Sûriyeyê û Ehmed Şera û Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî de kir û diyar kir, Şera û Ebdî rêkeftinek ji 8 xalî îmze kirin û divê rêkeftina di navbera wan de berî bidawîbûna salê were cîbicîkirin.

Herwiha got: “Me di hevdîtinên Şam û HSDê de pêşketinek dît û em ji nêzîkbûna di navbera wan de kêfxweş in. Em ê piştgiriya pêvajoya aştiyê ya li welêt bidomînin.”

Serokatiya Sûriyeyê roja 10ê Adara 2025an belav kir, Serokê Qonaxa Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şera û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî rêkeftinek ji 8 xalan pêk tê îmze kirin. Tê de tekezî li ser yekperçeyîya xaka Sûriyeyê, tevlîbûna hêzên HSDê di nava saziyên dewletê de û agirbestê hat kirin.

Derbarê êrîşên grûpên çekdar li herêmên Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaq jî Pedersen got: Şerê li bakurê rojhilatê Sûriyeyê hîn bi dawî nebûye.

 

Vî nûçeyê tevayî: 147 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:23:01
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x