Wezîrê Derve yê Sûriyeyê ragihand, Îsraîl hewl dide Sûriyeyê parçe bike û tekez kir ku hemû pêkhateyên Sûriyeyê van hewldanan red dikin. Herwiha Şeybanî daxwaza rakirina cezayên li ser Sûriyeyê kir, ji bo hêsankirina vegera penaberan û pêvajoya jinûveavakirinê.
Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê Es’ed Şeybanî duh 29ê Nîsanê di gotarekê de li Encûmena Asayişa Navdewletî ragihand, Îsraîl dixwaze Sûriyeyê bike dewleteke lawaz û bêaram û got: “Kurd, Kiristiyan, Elewî, Durzî û Ereb naxwazin destêwerdana derve di welatê wan de hebe. Ew kiryarên Îsraîlê red dikin û qebûl nakin ku navê wan di ragihandina Îsraîlî de werin bikaranîn. Heta Cihûyên Sûriyê jî van plan û siyasetên Îsraîlê red dikin.”
Şeybanî da zanîn ku hincetên ku berê ji bo rewakirina êrîşên Îsraîlê dihatin bikaranîn, êdî nemane û êrîşên niha binpêkirina biryarên Encûmena Asayişê ne. Li gorî Şeybanî, Îsraîl bi van êrîşan hewl dide binesaziya Sûriyeyê têk bide, rê li ber tevliheviyê veke û derfetê bide vegera milîsan.
Şeybanî bal kişand ser wê yekê, operasyonên bejahî û bombebaranên Îsraîlê yên li başûrê Sûriyeyê, dibin sedema koçberiya xelkê ji gund û bajarokên nêzîkî sînorî û di encama van êrîşan de hejmarek welatî şehîd û birîndar bûne.
Amaje bi wê jî kir, “Kiryarên Îsraîlê yên li dijî Sûriyeyê, dê komên girêdayî Îranê han bidin û jîngeha guncaw ji wan re peyda bikin, da ku aramiyê li Sûriyeyê têk bidin.”
Derbarê Girên Golanê de, Şeybanî tekez kir, heqkirina wê ji aliyê Îsraîlê ve ne rewa ye û ew ax di bin dagirkeriyê de ye, ku ev yek li dijî prensîpên Peymana Neteweyên Yekgirtî ye. Herwiha daxwaza cîbicîkirina Biryarnameya 497 kir û bang kir ku hêzên UNDOF vegerin ser xetên beriya Hezîrana 1967an.
Di beşeke din a axaftina xwe de, Wezîrê Sûrî behsa têkoşîna li dijî bazirganiya madeyên hişbir û hebên Kaptagonê kir û got, hikûmeta Sûriyê torên ku li ser welatên cîran metirsî bûn jihevxistine.
Herwiha destnîşan kir, li Sûriyeyê dest bi jinûveavakirinê torên rê û binesaziyê hatiye kirin, ji bo pêşxistina bazirganî û entegrasyona herêmî. Şeybanî got: “Armanca me eşkere ye: Veguherandina herêmên ji şer zerar dîtine bo korîdorên aborî ku sûdê bidin hemû welatên herêmê.”
Li ser mijara penaberên Sûrî, Şeybanî tekez kir, vegera wan ji bo hewldanên başbûn û vejîna welat xaleke bingehîn e. Lêbelê, wî amaje kir ku vegera wan di bin şert û mercên heyî û hebûna cezayan de zehmet e, ji ber ku ev ceza nahêlin penaber bigihîjin made, fînansman û xizmetên pêwîst ji bo jinûveavakirinê. Herwiha careke din banga rakirina wan cezayan kir.
Şeybanî piştrast kir, Sûriye dê nebe cihê gefxwarinê li ser serweriya welatên cîran û got: “Ewlekariya rastîn li pişt dîwaran nayê avakirin û di nav sînorên girtî de nayê parastin. Ewlekariya me ji ewlekariya cîranên me ne cuda ye û ti dewlet nikare ewlekariya gelê xwe misoger bike, heke gefê li serweriya yên din bixwe.”
Di dawiya axaftina xwe de, Şeybanî diyar kir, Encûmena Asayişê li hember berpirsiyariyeke dîrokî û derfeteke rastîn e, ji bo piştgiriya başbûna Sûriyeyê û aramiya tevahiya herêmê.