SOHR: 23 çekdar di êrîşên Amerîkayê de hatine kuştin

Rêveberê Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan (SOHR) Ramî Ebdulrehman ragihand, di encama êrişên Amerîkayê yê li ser baregehên milîsên Îranê li Sûriyeyê de, 23 çekdar hatine kuştin û 27 baregeh jî hatine têkbirin.

03.02.2024, Cts - 17:01

SOHR: 23 çekdar di êrîşên Amerîkayê de hatine kuştin
Nuçe Belav bike

Ramî Ebdulrehman li ser êrîşên Amerîkayê yên li ser grûpên çekdar li El-Bokemalê de ji K24ê re got: “Êrîş li ser bajarokên Bokemal, Meyadîn û hin baregehên nêzîkî sînro Iraqê bûn ku 27 baregeh li hatin jinavbirin.”

Ramî Ebdulrehman diyar kir: “Baregehên hatine armanckirin, yên grûpên ser bi Îranê ve bûn ku çekdarên Iraqî û Sûrî jî di nav de hene. Lê nayê zanîn ku serkirdeyên wan grûpan di nava kuştiyan de heye.”

Herwiha got jî: “Ev êrîş wek nameyekê ye ku Amerîka dê bi awayekî tund bersiva her êrîşekê li ser baregeh û hêzên xwe bide. Herwiha ev êrîş ji wan grûpan û Îranê re ye ku destê Amerîka dirêj e û di dema bixwaze de dê êrîş bike.”

Rêveberê Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan amaje bi wê jî kir, Amerîka ti niyaza wê nîne hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne, berûvajî wê roj bi roj baregehên xwe li bakurê rojhilatê Sûriyê bihêztir dike.

Li hember kuştina 3 leşkerên Amerîkî li baregeha T-22 li ser sînorê Urdinê, Amerîka êrîş bir ser girûp û bingehên milîsên li Îraq û Sûriyeyê û li gorî Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM), li Iraq û Sûriyeyê li 85 armancên Feyleqa Qudis a ser bi Supaya Pasdarên Îranê ve hatin wêrankirin.

Ji aliyê xwe ve, Berdevkê Hikûmeta Iraqê Basim El-Ewadî, îro 3ê Sibata 2024an di daxuyaniyekê de ragihand, di êrîşên asmanî yên Amerîkayê li parêzgeha Enbarê de, herî kêm 16 kes hatine kuştin û 25 kesên din jî birîndar bûne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 208 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:27:14
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x