Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê dorpêçên Amerîkayê yên li ser Sûriyeyê got, "Min biryar da ku cezayên li ser Sûriyeyê rakim. Ez dê şansekî mezinbûnê bidim."
Serokê Amerîkayê Donald Trump li Riyada paytexta Erebistana Siûdi ragihand ku birêveberiya wî biryar daye ku dorpêçên li ser Sûriyeyê rake.
Her wiha Neteweyên Yekbûyî jî bi fermî piştgirî da biryara Donald Trump.
Serokê Amerîkayê Donald Trump got, "Min biryar da ku dorpêçên li ser Sûriyeyê rakim, ev jî piştî ku min ev mijar li gel Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Şazadayê Cihnîşîn ê Siûdiyê Mihemed bin Selman guftûgo kir."
Serokê Amerîkayê amaje pê kir ku "Dema wê hatiye ku em şansekî bidin Sûriyeyê û hêviya bextekî baştir ji we re dixwazim."
Di beşeke din a axaftina xwe de Trump amaje bi wê yekê da, "Sûriye rastî karesatên mezin û trajediyên giran hatiye," û hêvîdar e ku birêveberiya niha ya welêt di bidestxistina aştî û aramiyê de ji bo welatê xwe bi ser bikeve.
Bi gotina xwe, ew yekem gav avêtine ji bo asayîkirina têkiliyên xwe bi Sûriyeyê re.
Serokê Amerîkayê behsa wê yekê jî kir ku Wezîrê Karên Derve yê welatê wî Marco Rubio dê li gel Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî li Tirkiyeyê bicive, lê dema civînê nediyar kir.
Her wiha Neteweyên Yekbûyî piştî ku axaftinên wî bi dawî bûn, piştgirî da biryara Donald Trump a ji bo rakirina dorpêçên Amerîkayê yên li ser Sûriyeyê kir.