WHO: Li Sûriyê 8 hezar û 500 kesan canê xwe ji dest dane

Rêxistina Tenduristiya Cihanê (WHO) ragihand, di encama erdheja li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê de hejmara kesên canê xwe ji dest dane 8 hezar û 500 kes derbas kir.

13.02.2023, Pts - 09:02

WHO: Li Sûriyê 8 hezar û 500 kesan canê xwe ji dest dane
Nuçe Belav bike

Rêveberê Ofîsa Lezgîn a Rojhilata Navîn a Rêxistina Tenduristiya Cîhanê Rick Brennan li Helebê ragihand, di erdhejên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê de herî kêm 8 hezar û 500 kes canê xwe ji dest dane.

Brennan da zanîn ku di nava wan kesan de nêzîkî 4 hezar li navçeyên di bin kontrola Hikûmeta Sûriyê de ne û 4 hezar û 500 jî li navçeyên din in.

Çavkaniyên xwecihî yên li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê ragihandin ku heta niha 5 hezar û 300 kes ji ber erdhejê canê xwe ji dest dane.

Di vê erdhejê de herî zêde ziyan bi herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê bûye û bi taybet navçeya Cindirêsê.

Neteweyên Yekbûyî dibêje erdhejê herî kêm ziyan gihandiye 5.5 milyon kesên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê û 11 milyon neçar bûne ji malên xwe derkevin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 409 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:12:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x