YPGê beşek ji hêzên xwe ji Halebê paşve vekişand

Piştî belavbûna dengoya daxwaza hikûmeta Sûriyê bo valakirina Helebê û Şêx Meqsûdê, îro hat ragihandin, ku YPGê beşek ji hêzên xwe ji Şêx Meqsûdê derxistin.

28.12.2016, Çar - 08:56

YPGê beşek ji hêzên xwe ji Halebê paşve vekişand
Nuçe Belav bike

Hat zanîn; Yekîneyên Parastina Gel (YPG) êvariya roja sêşemiyê 27ê Kanûna 2017ê, beşek ji hêza xwe ji Taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê, ku taxeke kurdî ye, paşve vekişand.

Li gorî zanyariyan, YPGê hêzên xwe ber bi herêma Şehbayê vekişandiye, ku dikeve bakurê Helebê û di navbera her du kantonên Kobanî û Efrînê yên Rojavayê Kurdistanê de ye.

Li gor iddiayan Serkirdatiya Yekîneyên Parastina Gel bi awayekê ji nişka ve biryar daye ku zêdetirî 50 şervanên xwe ji Taxa Şêx Meqsûd ber bi eniyên şer ên li gundewarên bakurê Helebê (herêma Şehba) paşve vekişand.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1656 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:18:07
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x