Li Dîlokê pêşangeha geşta Fezayê hat vekirin

Li bajarê Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê pêşangeheke geşta fezayê hat vekirin

20.05.2022, Cum - 06:43

Li Dîlokê pêşangeha geşta Fezayê hat vekirin
Nuçe Belav bike

Li bajarê Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê pêşangeheke geşta fezayê hat vekirin, di vê pêşangehê de hejmareke xwendekaran lêkolînê li ser beşekîe encamên Ajansa Fezayê ya Amerîkayê (NASA) dikin. Di pêşangehê de berçavkên taybet bi dîtina rastiya fezayê tên bikaranîn û weke derfeteke dîtina valahiya fezayê ji xwendekaran re ye.

Hat diyarkirin ku pêşangeh dê heta çar mehan berdewam bike û heta niha 17 hezar kesan serdana pêşangehê kirine.

Rêveberê Pêşangehê Mehmet Koseceli got, \"Bi piştgiriya Şaredariya Mezin a Entabê me karîbû pêşangeha Speys Edvêncer li bajarê xwe vekin. Ev karê me rê lê vedike ku bajarê me bala gelek ciwanên bajarên derdora me jî bikşîne.\"

Li vê derê gelek tişt tên dîtin ku bala mirovan dikşînin, ligel kevirên ku tê gotin ji gerestêrkên din hatine anîn û çend mûşekên ku tê texmînkirin di salên destpêkê yên heyvê de ji aliyê mirovan ve hatine bikaranîn. Ev ji xeynî cilûbergên ku keştiyên asmanî bi kar tînin.

Xwendekar Ecrin Dogan li ser pêşangehê anî ziman, \"Di pêşangehê de mûşekên gelek mezin û balkêş hebûn. Gelekî bala min kişand. Ji me re hat gotin yên resen hê jî mezintirin. Ez gelekî matmayî mam, fêrî gelek tişt bûm. Dema ez mezin bûm dixwazim bibim esmanger.\"

Ev pêşangeh heta çar mehan berdewam e û ji bo ketina hindir pere nayê dayîn.

Heta niha 17 hezar kesan serdana pêşangehê kirine û tê çaverêkirin ku ji destpêka vekirina wî heta bi dawîbûna wê hejmara kesên serdan dikin bigihêje zêdeyî 100 hezar kesî.

RUDAW
Vî nûçeyê tevayî: 517 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:34:43
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x