Microsoftê zimanê Kurdî li lîsteya xwe ya wergêranê zêde kir

Microsoftê nûçeya zêdekirina zimanê Kurdî di lîsteya xwe ya zimanên wergêranê de, li ser malpera xwe bi navnîşana (wergêr du diyalektên Kurdî bo wergêrana tekstê zêde dike), belav kiriye.

21.08.2020, Cum - 10:42

Microsoftê zimanê Kurdî li lîsteya xwe ya wergêranê zêde kir
Nuçe Belav bike

Kompaniya Microsoft a Amerîkayê, ku kompaniyeke mezin a teknolojiyê li tevahiya cîhanê ye, herdu zaravên serekî yên zimanê Kurdî (Kurmancî û Soranî) di lîsteya xwe ya zimanên wergêranê de zêde kir.

Microsoftê nûçeya zêdekirina zimanê Kurdî di lîsteya xwe ya zimanên wergêranê de, li ser malpera xwe bi navnîşana (wergêr du diyalektên Kurdî bo wergêrana tekstê zêde dike), belav kiriye.

Li gor nûkirina herî dawî ya Microsoftê, herdu zaravên Kurdî (Kurmancî û Soranî) di appa wergêranê ya wê kompaniyê de tên danîn û bikarhêner dikarin bi rêya appa wergêranê, Microsoft Office û appa Bing, zêdetir ji 70 zimanên cihgirtî yên cîhanê yên di lîsteyê de bo zimanê Kurdî û ji Kurdî bo wan zimanan wergerînin.

Herwiha li gor nûkirina dawî ya Microsoftê, çêdibe ku zimanê Kurdî ligel herdu zaravên Kurmancî û Soranî di appa xizmetguzariya Ajor de li ser mobaylê û malpera Microsoftê were dabarkirin.

Kompaniya Microsoftê derbarê zimanê Kurdî de ragihandiye: “Kurdiya Bakur û Navîn du şêweyên zimanê Kurdî ne ku herî zêde tên bikaranîn. Kurdiya Bakur ku weke Kurmancî tê naskirin, li Tirkiyê, Sûriyê, bakurê Iraqê û bakurê rojava û bakurê rojhilatê Îranê ji aliyê 15-17 milyon Kurdan vet ê axaftin. Kurdiya Navîn jî ku wek Soranî tê naskirin û tê texmînkirin ji aliyê 9-12 milyon Kurdan ve li Kurdistana Iraqê û rojavayê Îranê vet ê axaftin. Ew du zarave nêzîkî %75 ji tevahiya axêverên Kurd pêk tînin.”

Appa wergêrana Microsoft Bing Translator di sala 1999 de hatiye damezrandin. Di 20 salên bihorî de amûrên wergêranê yên bi 73 zimanên cîhanê gelek hatine pêşxistin.

Êdî ji niha pê ve zimanê Kurdî derbasî nav refên wan zimanên cîhanê bû, ku di lîsteya zimanên wergêranê yên Microsoftê de ye.

Bi milyonan Kurd li seranserê cîhanê dijîn, lê tenê beşek ji Kurdên li Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê dikarin bi zimanê xwe bixwînin. Bi dehan sal e li Tirkiye, Sûriye û Îranê rêgirî li bikaranîn û xwandin û nivîsîna bi zimanê Kurdî tê kirin û Kurd ji wê mafê xwe yê bingehîn bêpar in.

Nerinaazad
Vî nûçeyê tevayî: 748 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:07:39
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x