HSDê cebilxaneyek DAIŞê bi dest xist

Şervanên HSDê li bakurê bendava Firatê cebilxaneyek DAIŞê desteser kirin.

02.05.2017, Sal - 06:26

HSDê cebilxaneyek DAIŞê bi dest xist
Nuçe Belav bike

Piştî şerê dijwar ya li Tebqayê ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û DAIŞê ku 2 roj in didomin, şervanên HSDê cebilxaneyek bi dest xistin.

Li gorî agahiyên ku ji ser medyaya Rojava hatine girtin, HSDê depoyeke cebilxaneya ku DAIŞê ji bo êrîşên li ser noqteyên şervanan ên li derdora bendava Firatê û nexweşxaneya Wetenî de bikartanî, desteser kir.

Di pevçûnan de, balafirên koalisyona navneteweyî, depoyan bombebaran kirin û piştî depo ket destê HSDê, miqdarek çek û cebilxane lê hat dîtin.

Sputnik
Vî nûçeyê tevayî: 1975 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:06:27
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x