HSDê red kir: Me ti rêkeftin bi Rûsyayê re nekiriye û em Til Temir vala nakin

Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demorkatîk (HSD) red dike, ku ew li gel Rûsyayê derbarê radestkirin an valakirina bajarê Til Temir de rêkevtibin û dibêje, artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi Tirkiyê ve heta niha jî êrîşî gundewarê Til Temirê dikin.

17.11.2019, Paz - 16:54

HSDê red kir: Me ti rêkeftin bi Rûsyayê re nekiriye û em Til Temir vala nakin
Nuçe Belav bike

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan (SOHR) ku navenda wê li Londonê ye, di daxuyaniyekê de ragihandiye, li gor rêkeftineke herî dawî, HSD Til Temirê radestî Rûsya û hêzên hikûmeta Sûriyê dike û li bermaberê wî yekê jî divê hêzên Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi wî welatî ji gundewarê Til Temirê ber bi sînorê Serê Kaniyê ve paşve vekişin. Lê belê HSDê îro bi fermî ew yek red kir.

Berdevkê HSDê, Kîno Gabriyel di daxuyaniyekê de ragihand: “Em wek Hêzên Sûriyeya Demokratîk vê nûçeyê red dikin û ji raya giştî re aşkere dikin ku artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi Tirkiyê ve heta niha êrîşî ser gundên Til Temir dikin û pabendî rêkevtina agirbestê nebûne.”

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan derbarê agirbesta îdiakirî de ragihandiye, li gor agirbesta navbera HSDê ya li gel Rûsyayê û artêşa Sûriyê, “divê HSD hêzên xwe ji navçeyên gundewarê Til Temir heta gundê Sode li ser rêya Serê Kaniyê li Rojavayê Kurdistanê vekişîne, li bermaber jî divê komên çekdar ên hevpeymanên Tirkiyê li Sûriyê, ji navçeyê ber bi bajarê Serê Kaniyê ve paşde vekişin û hemû gundên derdora Til Temir vala bikin.”

SOHR daye xuyakirin ku li gor rêkevtinê, hêzên hikûmeta Sûriyê û hêzên Rûsyayê dê wê valahiyê tije bikin û hêzên Asayişê û hêzên navxwe dê li Til Temir bimînin û berdewam bin li ser bicihanîna erkên xwe.

Rewangeha Sûrî amaje bi wê yekê kiriye, ku dest bi cîbicîkirina rêkevtinê hatiye kirin, û li gor zanyariyan çekdarên komên çekdar ên hevpeymanên Tirkiyê ji gundê Aliye li Til Temirê vekişiyan û hêzên hikûmeta Sûriyê çûne nav wî gundî.

Her li gor heman rêkevtina îdiakirî, divê hêzên ser bi Tirkiyê ve ji ser rêya M-4 a navdewletî jî vekişin û hêzên hikûmeta Sûriyê li deverê bicih bibin.

Tevî wê yekê, dê hêzên Rûsî jî li navçeyê dest bi gerên xwe yên çavdêriyê bikin û li gor zanyariyên ku ji aliyê SOHR ve hatine belavkirin, hejmarek hêzên Rûsî ku li Ti Temir bûn, ew bajar ber bi Qamişloyê ve terikandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1007 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:34:54
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x