Şervanê YPGê yê Îngilîz Ryan Lock di şerê DAIŞê de jiyana xwe ji dest da

Welatiyê Îngiltereyê yê bi navê Ryan Lock, ku beşdarî hêzên YPGê bûbû, li Rojava di dema şerê li dijî DAIŞê de jiyana xwe ji dest da.

03.01.2017, Sal - 13:31

Şervanê YPGê yê Îngilîz Ryan Lock di şerê DAIŞê de jiyana xwe ji dest da
Nuçe Belav bike

The Guardianê diyar kir ku Ryan Lock ê ku beşdarî YPGê bûbû, di 21ê Berfanbara 2016a de li nêzîkî gundê Caberê beşdarî şerê rizgarkirina Reqqayê bûye û di wî şerê li dijî DAIŞê de jiyana xwe ji dest da. Ryan Lock berê ku biçe nav YPGê, li Îngiltereyê karê aşpêjiyê dikir.

Hat ragihandin ku Lock gava ku ji malbatê vediqete, ji wan re dibêje ez ji bo betlaneyê diçim Tirkiyeyê lê di 31ê Tebaxê de di peyama xwe ya li ser Facebookê de got: "Ez diçim Rojava. Di mijara çûna Tirkiyeyê de min derew kir. Biborin, min ji her kesî veşart. Ez ji we hemûyan hez dikim. Ez ê di nava 6 mehan de vegerim."

Her wiha şervanê YPGê Ryan Lock di 21ê Mijdarê de di parvekirinên xwe yên li ser medyaya civakî de ji ber operasyonên hewayî yên Tirkiyeyê, rexneyên tund li dewleta Tirk û serkirdeyên wê girtibû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1837 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:45:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x