YPG: Eger êriş li dijî Efrînê bê kirin em ê bersiv bidin

Piştî ku hat ragihandin Tirkiye dê operasyonên hewayî û yên bejayî li dijî bajarê Efrînê pêk bîne, Berdevkê YPGê Nûrî Mehmûdî ragihand ku Tirkiye destwerdanê bike, ew ê xwe biparêzin û li ser bingehê xweparastina meşrû tevbigerin.

28.06.2017, Çar - 14:15

YPG: Eger êriş li dijî Efrînê bê kirin em ê bersiv bidin
Nuçe Belav bike

Li gorî agahiyên hatin wergirtin Artêşa Tirkiyeyê hejmarek zêde leşker û amûrên leşkerî ku li hemberî bajarê Efrînê ku di bin kontrola YPGê ye operasyon pêk bîne şandiye ser sînor.

Berdevkê YPGê Nûrî Mehmûd ji Sputnikê re di derbarê mijarê de axivî û piştrast kir ku Tirkiye hejmarek zêde leşker şandine ser sînorê Efrînê û ji bo Tirkiye êrişî Efrînê bike sewqiyatan dike. Memûd diyar kir ku êrişî li hemberî Efrînê qebûl nakin, dê bi hemû hêza xwe Efrînê biparêzin û got: "Tirkiye çek û leşkerên xwe anî axa Sûriyeyê. Niha li herêmên Ezez û Merayê bicih bûne. Leşkerên xwe li ser sînorê Sûriyeyê bicih dikin. Armanca bicihkirina leşkeran Telrifat e. Tirkiye dixwaze êrişî Efrînê bike, ji êriş dibe bila bibe em ê Efrînê biparêzin.

Mehmûd wiha pê de çû: "Bi rastî ne Tirkiye rêveberiya AKPê Bakurê Sûriyeyê û şoreşa Rojava hedef digire. Gelek welatiyên Tirkiyeyê bi me re li dijî DAIŞê şer kirin. Jiyana xwe ji dest dan. Li Tebqayê gelek şoreşger li cem me li dijî DAIŞê şer kirin. Ji ber vê yekê em nikarin bibêjin ku Tirkiye li dijî şoreşa Rojava derdikeve. Em dikarin bibêjin ku rêveberiya AKPê êrişî Rojava dike. Rêveberiya Erdogan ji şoreşa Rojava aciz e. Rêveberiya Erdogan ji ber ku li Rojava wekhevî, azadî û biratiyê esas digire û dibe gelê Tirkiyeyê jî vî yekê bandor bigire, aciz e. Ji desthilatdariya xwe xetere dibine. Ji ber vê yekê dixwaze mudexale li Efrînê bike."

Sputnik / Hikmet Durgun
Vî nûçeyê tevayî: 1738 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:37:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x