21 welatan serxwebûna Kurdistanê red nekir

Alîkarê Serokê Herêma Kurdistanê Hêmin Hewramî da xuyakirin, şandên 21 welatên ku beşdarî Civîna Ewlekariya Cîhanî ya Munîhê bûne, serxwebûna Herêma Kurdistanê red nekirine.

09.03.2017, Per - 06:17

21 welatan serxwebûna Kurdistanê red nekir
Nuçe Belav bike

Alîkarê Serokê Herêma Kurdistanê Hewramî di Pêncemîn Dîdara Silêmaniyê de bi bîr xist ku şanda Herêma Kurdistanê ya bi serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Mûnîhê bi şandeyên 21 welatên dinyayê re hevdîtin pêk anîn ku bi ti şêweyî wan welatan babeta serxwebûna Kurdistanê red nekiriye.

Hewramî da zanîn ku hemû şandên welatên dinyayê Herêma Kurdistanê wek hevpeymaneke stratejîk binav kirine.

Alîkarê Serokê Herêma Kurdistanê derbarê civîna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî ji televizyona K24ê re wiha axivî: "Yekem axaftina Serok Barzanî bo Ebadî ew bû ku Iraq piştî DAIŞê namîne wekî berî DAIŞê. Herwiha tekez kir ku Kurd wê biryara çarenûsa xwe bidin."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1208 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:58:52
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x