Roja 10ê Hezîrana 2014an, bêyî ti astengî û rûbirûbûnekê, 500 çekdarên DAIŞê ili rojavayê Mûsilê êrîş kirin ser bajêr û temamê Mûsilê dagîr kirin, tevî ku sê firqeyên artêşê û polîsê Iraqê, ku nêzîkî 100 hezar çekdarên perwerdekirî bûn û çekên herî nû yên pêşketî yên Amerîkî di destê wan de bûn, li ber xwe nedan û bajêr tevî nişteciyên wî, radestî rêxistina DAIŞê û çarenûseke nediyar kirin.
Li gor raporteke wê demê ya Wezareta Derve ya Amerîkayê, tiştê li Mûsilê rûda, hilweşîna hemû ewlehiyê Iraqê bû.
Derbarê sedemên ketina Mûsilê de çend raportên fermî yên Iraqê hene, ji wan, raporta Serokê Lijneya Asayîş û Berevanî ya li Parlamentoya Iraqê Ednan Esedî ku di raporta xwe de pênc xalan weke sedemên sereke yên ketina Mûsilê diyar kiribûn; weke nakokiya siyasî, milmilaniya taîfî, tunebûna baweriya nişteciyên bajêr bi hêzên Iraqê, milmilaniya artêş û polîs, xirab nîşandana artêş û hêzên ewlehiyê yên Iraqê ji aliyê medyaya Erebî ya navçeyê.
Ji ber ketina Mûsilê û şerê azadkirina bajêr ji destê DAIŞê, li gor amareke nefermî, 3 hezar û 176 kesên sivîl hatine kuştin, ku piraniya wan mêr û zarok in, herwiha %80yê bajêr, ji ber şer wêran bûye, di nav wan de şûnwarên dîrokî yên olên Îslam û Mesîhî û avahiyên saziyên fermî û 55 hezar xaniyên welatiyan hene.