Komeleya Pîşesaziya Petrolê ya Herêma Kurdistanê (Apikur) doh (Pêncşem, 06.03.2025) li ser civîna xwe ya bi Wezareta Petrolê ya Îraqê û Wezareta Samanên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di ragehandinekê de eşkere kir, “Em ji bo hinardekirina petrolê li benda lihevkirina nû ne û pêdivîtiya lihevkirina nû bi demeke zêdetir heye.”
Her di ragehandina Komeleya Pîşesaziya Petrolê ya Herêma Kurdistanê (Apikur) de hatiye, “Em pabendbûna xwe bi dubare hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê tekez dikin, lê bi wî şertî ku daxwaziyên me bên bicihanîn.”
Apikurê got, “Divê naveroka qanûna budceyê wekî xwe bê bicihanîn û bi zûtirîn dem qerên me bên dan.” Herwesa got, “Divê wekî berhemînerên petrolê yên Îraqê serederî bi werberhênerên Herêma Kurdistanê re jî bê kirin.”
Wezareta Petrolê ya Îraqê û Wezareta Samanên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê doh (Pêncşem, 06.03.2025) bi kompaniyên petrolê yên Herêma Kurdistanê (Apikur) re, ji bo merema gehiştina lihevkirinê li ser dubare hinardekirina petrolê, civiyan û civîna wan bê encam bidawî hat.