Bi beşdariya hezaran welatiyan nimêja miriyan bo giyanê qurbaniyên erdhejê hate kirin

Li ser daxwaza Yekîtîya Zanayên Islamê û Wezareta Owqaf û Karûbarên Olî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Îro înê li mizgeftên Herêma Kurdistanê nimêjiya miriyan mirî ji bo giyanê qurbaniyên erdheja Bakur û Rojavayê Kurdistanê, Tirkiye û Sûriyê hat kirin.

10.02.2023, Cum - 12:27

Bi beşdariya hezaran welatiyan nimêja miriyan bo giyanê qurbaniyên erdhejê hate kirin
Nuçe Belav bike

Berî niha Wezareta Owqaf û Karûbarên Olî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Yekîtîya Zanayên Islamê daxwaz kiribûn ku du rik’et nimêja miriyan îro piştî nimêja înê bo giyanê qurbanîyên erdhejê bê kirin.

Îro li mizgeftên Herêma Kurdistanê bi beşdariya hezaran welatiyan nimêja miriyan ji piştî nimêja înê bo giyanê qurbaniyên erdhejê hat kirin

Sibeha 6ê Sibata 2023an li navçeya Pazarcix a Mereşê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 rû dabûn. Ji ber erdhejê bi hezaran xanî û avahî li Bakurê Kurdistanê, Tirkiye, Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê hilweşiyan û di encamê de hat niha zêdetir ji 22 hezar kesan canê xwe ji dest dane û bi hezaran kes birîndar bûne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 169 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:49:28
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x