Cemal Koçer: Aliyên siyasî yên Kurdistanê li Bexdayê yekhelwest in

Serokê Fraksiyona Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê li Parlamentoya Iraqê tekez li ser wê yekê kir, ku tevî hebûna nakokiyan û cudabûna bîr û baweriyê li Herêma Kurdistanê, lê aliyên siyasî yên Kurdistanê li Bexdayê yekhelwest in. Got jî: “Serdana şanda hikûmetê bo Bexdayê, dê rê li ber çareserkirina pirsgirêkên hilawîstî yên di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de veke.”

14.09.2023, Per - 11:37

Cemal Koçer: Aliyên siyasî yên Kurdistanê li Bexdayê yekhelwest in
Nuçe Belav bike

Serokê Fraksiyona Yekgirtû û endamê Komîta Darayî û Aborî ya Parlamentoya Iraqê Cemal Koçar li ser serdana şanda bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Bexdayê ji K24ê re got: “Dengê hemû fraksiyonên Kurdistanî bi dengê şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, yek ji armancên şandê ew e ku mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê ji bûdceya Herêma Kurdistanê bê cudakirin.”

Cemal Koçer di wê baweriyê de ye ku kêşeyên hilawîstî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de îro çareser nabin, “ji ber ku pirsgirêk pir mezin in û pirsgirêkek tune ye ku bi rûniştina bi hejmarek kesan re di nav 10 xulekan de were çareser kirin. Çar pirsgirêkên me yên mezin hene: Hinardekirina petrola Kurdistanê, lêçûnên veguhestinê, dahata deriyên sînorî û radestkirina dahata giştî ya Herêma Kurdistanê bo Hikûmeta Federal.”

Herwiha got: “Eger em aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê li ser çend mijaran xwedî bîr û baweriyên cuda bin jî, lê li Bexdayê me yek pirs heye û qewareke me heye ku me hemûyan li hev kom dike. Nakokiyên me yên li Herêma Kurdistanê nayin Bexdayê û me xwest bi pêşwazîkirina şanda Herêma Kurdistanê wê wêneyê nîşan bidin.”

Îro pêncşemê şandeke bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û endametiya Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, Wezîrê Darayî û Aborî Awat Şêx Cenab, Wezîrê Navxwe Rêbar Ehmed û Berdevkê Hikûmetê Pêşewa Hewramanî gihîşte Bexdayê.

Her wiha hat zanîn, şanda bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze bi saziyên fermî yên Iraqê û aliyên siyasî re li ser mafên darayî yên Herêma Kurdistanê yên ku di yasaya bûdceyê de hatiye bicihkirin lê ji bo Herêma Kurdistanê nehatine şandin, gotûbêjan bike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 349 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:57:45
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x