CPT: Li Herêma Kurdistanê ji ber bombebaranên Tirkiyeyê 152 sivîl mirine

Rêxistina Amerîkî CPTyê ragihand, di nava 9 salan li Herêma Kurdistanê 152 sivîlan ji ber bombebaranên Tirkiyeyê canê xwe ji dest daye.

21.02.2024, Çar - 12:11

CPT: Li Herêma Kurdistanê ji ber bombebaranên Tirkiyeyê 152 sivîl mirine
Nuçe Belav bike

Tîmên Aştiyê yên Civakî (CPT) da zanîn ku ji Tebaxa 2015an heta bi îro li Herêma Kurdistanê 152 sivîlan ji ber bombebaaranên Tirkiyeyê canê xwe ji dest daye.

CPTyê detnîşan kir ku di heman maweyî de 228 sivîl jî birîndar bûne.

Endamê CPTyê Kameran Usman ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:

“Ji sala 1990î ve ji ber bombebaranên Tirkiye û Îranê 850 sivîl mirine yan jî birîndar bûne.”

Li gorî heman amaran, Tirkiyeyê sala 2023yan hezar û 548 caran êrişî axa Herêma Kurdistanê kiriye.

Kameran Usman amarên êrişan jî wiha eşkere kirin:

- Hezar û 159 êriş bi balafirên şer hatine kirin

- 228 êriş bi dronan hatine kirin

- 114 topbaran hatine kirin

- Sê caran gule li xelkê hatine reşandin

- Du êriş bi mayînan hatine kirin

Li hêla din amarên êrişan ên li gorî parêzgehan wiha ne:

- Hewlêr: 475 êriş

- Dihok: 517 êriş

- Silêmanî: 420 êriş

- Nînowa: 36 êriş

Tirkiyeyê herî dawî gundê Kafyayê yê qezaya Dînarteyê ya Dihokê bombebaran kir.

Di vê bombebaranê de jî 2 sivîlan canê xwe ji dest da.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 254 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:35:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x