Dayika 5 zarokan ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin

Jinek ku dayika pênc zarokan e, hat kuştin

23.05.2022, Pts - 11:48

Dayika 5 zarokan ji aliyê hevjînê xwe ve hat kuştin
Nuçe Belav bike

Li sînorê qezaya Berdereş a ser bi parêzgeha Duhokê ya Herêma Kurdistanê ve, jinek ku dayika pênc zarokan e, hat kuştin. Berdevkê Polîsê Duhokê dibêje, ew jin ji aliyê hevjînê xwe ve hatiye kuştin.

Berdevkê Polîsê Duhokê, Hêmin Silêman derbarê bûyerê de daxuyanî da Rûdawê û got, “Şeva bihorî li gundê Nezrawe li qezaya Berdereş, jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hatiye kuştin.”

Hêmin Silêman ti amaje bi sedema bûyerê nekir, lê belê diyar kir, kesê tohmetbar reviyaye û hêj nehatiye desteserkirin.

Polîs derbarê bûyerê de dosye vekiriye û dest bi lêkolînên xwe kiriye.

Qaymeqamê Berdereşê, Îsmaîl Mistefa jî ji Rûdawê re ragihand, “bûyera kuştinê li ser pirsgirêkek civakî bûye, jin 45 salî û dayika 5 zarokan bûye.”

Rêveberê Polîdê Berdereşê, Seid Ehmed jî ji peaymnêrê Rûdawê Nasir Elî re gotiye, “Nîqaş û alozî di navbera herdu hevjînan de derketiye û paşê zilam amûreke hesin bikar aniye ku li serê wê jinê ketiye.”

Rêveberê Polîdê Berdereşê herwiha got, termê wê jinê rakirine Pizîşkiya Dadê ya Hewlêrê û heta niha nayê zanîn ka dê li kuderê termê wê were veşartin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 546 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:45:03
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x