Di bûyereke trafîkê de du Pêşmergeyan canê xwe ji dest dan

Tendirustiya Çemçemalê ragihand, li nahiya Qadirkerem û li nêzîkî parzûngeha Kormorê di bûyereke trafîkê de du Pêşmergeyan canê xwe ji dest dan û sê Pêşmerge jî birîndar bûn.

07.11.2022, Pts - 14:38

Di bûyereke trafîkê de du Pêşmergeyan canê xwe ji dest dan
Nuçe Belav bike

Îro duşemê 7ê Mijdara 2022yan, Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Çemçemalê ragihand: “Ji ber bûyereke hatûçûnê li nahiya Qadirkerem, li nêzîkî parzûngeha Kormorê du Pêşmegeyan canê xwe ji dest dan û sê Pêşmerge jî birîndar bûn.”

Herwiha eşkere kir, piştî bûyerê tîma hawarçûna bilez a 122 ya melbenda tendirustiyê ya Şehîd Eskerî Qadirkerem û Şehîd Wirya Tekiye Cebarî ku ser bi Rêveberiya Tendirustiya Çemçemalê ne, gihîştin cihê bûyerê û birîndar rakirin navenda hawarçûnê ya Çemçemalê.

Nahiya Qadirkerem ser bi navçeya Çemçemal a parêzgeha Silêmaniyê ye û çend kêlgehên gaza sirûştî tê de hene, ku gazê ji bo welatiyan û wêstgehên elektrîkê yên Herêma Kurdistanê dabîn dikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 204 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:49:36
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x