Ebdulxaliq Telet: Metirsiya êrişên DAIŞê li navçeyên nakok zêde dibe

Nûnerê Wezareta Navxwe û Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di Fermandehiya Operasyonên Hevbeş ên Iraqê de ragihand, metirsiya zêdekirina êrişên DAIŞê li navçeyên nakok heye.

25.12.2022, Paz - 19:03

Ebdulxaliq Telet: Metirsiya êrişên DAIŞê li navçeyên nakok zêde dibe
Nuçe Belav bike

Îro Yekşemê 25.12.2022 Nûnerê Wezareta Navxwe û Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di Fermandehiya Operasyonên Hevbeş ên Iraqê de Ebdulxaliq Telet ji Kurdistan24ê re ragihand, êrişên DAIŞê li van deveran hene.

Telet got, divê karê lîwayên hevbeş û dabînkirina bûdce û pêdawîstiyan bi pesendkirina bûdceya Iraqê bileztir bibe.

Berî niha rojnameya Wall Street Journal ragihandibû, ku DAIŞ di rewşeke xwerêveberiyê de ye û plan û stratejiyên xwe ji bo êrişkirina hêzên ewlehiyê bi taybetî li Kerkûk û Diyalayê guhertiye û tiştê ku niha dike, ne tiştekî din e ji destpêka êrişên berfireh û hêzên ewlehiyê yên Iraqê.

Derbarê stratejiyên nû yên DAIŞê de, rojnameya Amerîkî got ku DAIŞê hewl dide reviyan ji girtîgehên Sûriyê kom bike, wan çekdar bike û wan ji nû ve birêxistin bike û piştre jî hewl dide êrişî girtîgehên ku endamên wê tê de ne, bike.

Telet hişyarî da ku eger artêş û hêzên ewlehiyê yên Iraqê hevahengiya istixbaratî xurt nekin û navçeyên ku valahiyên ewlehiyê lê hene kontrol nekin, dê di pêşerojê de hejmara qurbaniyan zêde bibe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 279 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:28:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x