Ezîz Weysî: Çakûçê PKKê di destê aliyên derekî de ye

Fermandeyê Hêza Zêrevanî General Ezîz Weysî: \"PKK her rojê bi kêfa xwe kê bixwaze digire, zîndanî dike, îşkence dike û dikuje. Lê çakûçê PKK di destê aliyên derekî de ye û ji bo jinavbirina hêzeke din hatine bihêzkirin.\"

08.03.2017, Çar - 08:56

Ezîz Weysî: Çakûçê PKKê di destê aliyên derekî de ye
Nuçe Belav bike

Fermandeyê Hêza Zêrevanî General Ezîz Weysî diyar kir ku dê Peşmergeye Roj vegere Rojava û divê herkes rêzê li îradeya wan bigire û got: \"Ev hêz pir şerker e û dilê wan tije ye. Dixwazin vegerin welatê xwe. Divê rêz li îradeya wan were girtin. Yan na divê PKK tehemmula hemû cewaban bike.\"

Ezîz Weysî di daxuyaniyeke ji bo Ajansa Anadoluyê de raya xwe ya der barê mewcûdiyeta PKKyê li Şengalê û şerê Pêşmergeyê Rojava û çekdarên PKKyê de ragihand.

Fermandeyê Zêrevanî anî ziman ku tekane daxwaza Leşkerê Roj ew e ku vegere Rojava û wiha axivî: \"Perwerdeya wan pêştir temam bûbû. Em ji bo vegera wan dixebitin. Lê wê demê DEAŞê êrişî Herêma Kurdistanê kir û hemû dinya li dijî wê sekinî. Wê demê Leşkerê Roj jî li kêleka Pêşmerge şer kir.\"

\"Çakûçê PKKê di destê aliyên derekî de ye\"

\"Leşkerê Roj ji bo Rojava hatiye duristkirin û ENKS jî razî bûye ku hêza wan a çekdarî be\" digel van agahiyan Weysî wiha dewam kir: \"Qenaeta wan jî ew e ku heta lihevkirineke nîştimanî çêbibe Leşkerê Roj wan biparêze.\"

Weysî destnîşan kir ku koalîsyona navneteweyî di dewrê de ye, Leşkerê Roj dê bi awayê herî baş bên amadekirin û biçin Sûriyê û ev bibîr xist:

\"Ev hêz pir şerker e û dilê wan tije ye. Dixwazin vegerin welatê xwe. Divê rêz li îradeya wan were girtin. Yan na divê PKK tehemmula hemû cewaban bike.\"

Weysî careke din bibîr anî ku ev rewş ji PKKyê re naçe serî û nirxandina xwe wiha kir:

\"PKK her rojê bi kêfa xwe kê bixwaze digire, zîndanî dike, îşkence dike û dikuje. Lê çakûçê PKKê di destê aliyên derekî de ye û ji bo jinavbirina hêzeke din hatine bihêzkirin. Eger ew propagandeya wê yekê dikin ku li Şengalê xwîn rijandine û ew herêm ji wan re ye, di rêyeke şaş de ne. Çunkî Leşkerê Roj îro jî diçe wê derê. Lê ew dibêjin em rê nadin, divê pêşî me bikujin piştre herin.\"

Weysî peyam ji PKKyê re şand û got: \"Peyama me ji bo PKKyê ew e, rejima Seddam rûxiya û Esed niha di çi halî de ye em dibînin. Divê PKK vê yekê baş bifikire. Hemû mesele dîktatoriyet e, naxwazin fikr û azadî hebe.\"

- \"Îddiaya demokrasiya PKKyê wek jineke bêar behsa şerefê bike ye\"

Weysî ev teşbîh der heqê wê de anî ziman: \"Herî dawîn dê PKK bikeve ber nefreta navneteweyî. Demokrasiya ku PKK behs dike, wek jineke bêar behsa exlaq û şerefê bike. Îddiaya demokrasiya PKKyê wek jineke bêar behsa şerefê bike.\"

Ew wiha pê de çû:

\"PKK xelkê dikuje, nanê wan dibire, dest datîne ser mal û milkê wan, wan ji welatê wan derdixe; lê di heman demê de li Hewlêrê diçe ber Neteweyên Yekbûyî, ber Serkonsolosxaneya Tirkiyê xwepêşandanê dike. Her rojê li Mexmûrê hêzê durist dike. PDKyê heta niha tiştek ji wan re negotiye. Ew xelkê dikujin û dizivirin dibêjin bila Kongreya Neteweyî saz bibe. Ev tiştekî pir bême\'ne ye û nakeve qalibê însaniyetê.\"

Herî dawîn di behsa dagirkirina navçeyên Herêma Kurdistanê û siyaseta wan a li Şengalê de jî Weysî wiha agahî dan:

\"Heta niha çend gund ji ber PKKyê hatine valakirin, çandinî û jiyan li wan sekiniye. Xelkê li herêmê diêşînin. Dîsa jî radibin dibêjin Şengal Iraq e. Ê baş e PKK ne nûnera Bexdayê ye. Jixwe em bi wan re guftûgo dikin. Bi zimanê kurdî dibêjin êzidî ne kurd in. Kes nizane ku ev rêxistin çi dixwaze. Divê PKK dev ji bêbextî û derewan berde.\"

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1615 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:43:27
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x