General Michael Flynn: Bi yekrêzî û piştgiriya gel, Herêma Kurdistanê digihîje dewleta xwe

Şêwirmendê berê yê Encûmena Asayişa Neteweyî ya Amerîkayê General Michael Flynn ji ajansa K24 re behsa pêwendiyên Amerîka û Herêma Kurdistanê kir û bang li serkirdayetiya Kurd kir ku ligel rûbirûbûna gendeliyê, yekgirtî bin da ku di rewşa nû ya li herêmê de, Kurdistanê bigihînin kenara aramiyê.

10.05.2025, Cts - 09:45

General Michael Flynn: Bi yekrêzî û piştgiriya gel, Herêma Kurdistanê digihîje dewleta xwe
Nuçe Belav bike

General Flynn tekezî li ser wê yekê kir ku bi sûdwergirtina ji yekrêziyê û piştgiriya gel, Herêma Kurdistanê dikare bigihîje dewleta xwe. Herwiha got: “Bi baweriya min Herêma Kurdistanê xwedî samaneke mezin e û ew jî gelê wê ye. Eger yekgirtî bin, ew ê dewleta xwe bidest bixin.”

Flynn herwiha bal kişand ser taybetmendiya pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê, bi taybetî Pêşmerge, û Amerîkayê de û got: “Pêwendiya di navbera Herêma Kurdistanê û bi taybetî Pêşmerge ligel Amerîkayê, pêwendiyeke awarte û cuda ye. Ev pêwendî li ser bingeha qurbanîdana hevbeş hatiye avakirin.”

Şêwirmendê berê yê Encûmena Asayişa Neteweyî ya Amerîkayê anî ziman ku Herêma Kurdistanê ji bo cîhanê û Amerîkayê jî qurbanî dane û got: “Em du dehsal in xwedî pêwendiyeke bihêz ligel Herêma Kurdistanê ne.”

Di dawiya daxuyaniya xwe de, General Michael Flynn peyamek arasteyî gel û serkirdayetiya Herêma Kurdistanê kir û got: “Peyama min ji bo gel û serkirdayetiya Herêma Kurdistanê ew e ku yekgirtî bin û bi hêztir rûbirûyî gendeliyê bibin. Her çend gendelî li Amerîkayê jî heye, lê ev nayê wê wateyê ku em wê qebûl bikin.”

Ev daxuyaniyên General Flynn di demekê de tên, navçe bi guhertin û geşedanên girîng re rûbirû ye û rola Herêma Kurdistanê wek aktorekî sereke di hevkêşeyên siyasî û ewlehiyê yên navçeyê de her ku diçe girîngtir dibe.

 

Vî nûçeyê tevayî: 109 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:32:26
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x