Girêbesta Exxon Mobile wek sedemekê ye bo serxwebûna Kurdistanê

The Atlantic di raporekê de, di encama hevpeyvînekê de ligek Elî Elxidêr Şêwirmendê berbijêrê kursiyê Wezareta Derve ya Amerîka û Serokê şîrketa Exxon Mobil Rêks Tîlerson, ragihand ku ji ber girêbesta Hikûmeta Herêma Kurdistanê û şîrketa Exxon Mobil de, kurdan biryara serxwebûna herêma xwe dan.

18.12.2016, Paz - 20:41

Girêbesta Exxon Mobile wek sedemekê ye bo serxwebûna Kurdistanê
Serokê şîrketa Exxon Mobilê Rex W. Tillerson
Nuçe Belav bike

Ew rapor behsa rola bê ya Rêks Tîlerson di Wezareta Derve ya Amerîka de dike û derbarê wê yekê de amaje bi wê yekê dike ku Exxon Mobil dewletek bû di nava dewletekê de û Tîlerson roleke dîplomatîk mezin tê de dîtiye.

The Atlantic dibêje: “Yek ji wan girêbestên ku gelekî cihê gotûbêjan e, girîbesta bîrên petrola Herêma Kurdistanê ye.” Li gorî dîplometkaran ew girêbest sedema sereke ya hizra Kurdan e bo serxwebûnê.

Elî Xidêrî li gorî The Atlantic ji sala 2003 ve û heta sala 2010ê şêwirmendê jimare yek bûye ku dîplomatkar û balyozê Hikûmeta Amerîka bû, ku ew bi xwe Iraqî ye.

Xidêr derbarî destberdana wî ji karê hikûmî û veguhestina karê wî bo Exxon Mobil wek şêwirmendê Tîlerson dibêje: “Dema ku min dît Nûrî Malikî dibe dîktatorekî tundrew yê mezhebî û ji Îranê nêzîk dibe û welat jidest diçe, min dît Amerîka hêj pişta wî digire, lewma min dest ji hikûmetê berda û çûm şîrketa Exxon Mobil.”

Xidêr amaje bi wê yekê dike ku, “Exxon Mobil dixwest girêbestekê li başûrê Iraqê bi qasî 25 milyar dolaran girê bide, lê min raya Rêks guhert ku girêbesta xwe bibin bakurê Iraqê ku Herêma Kurdistanê ye, lewma jî dilgiraniyek li cem gelek alî û dewletan çêbû, lê dîsa jî Exxon Mobil girêbest ligel Herêma Kurdistanê îmze kir.”

KDP.info
Vî nûçeyê tevayî: 1305 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:39:09
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x