Bi sîyasetmaderên Kurdistana Başur birêz Elî Ewnî ra, derheqa pêşveçûnên li ser Kurdistan hevpeyvinek pêk anî
Nerina Azad: Li meha Nîsanê li Tirkîyê hilbijartinek derheqa Serokatî wê çêbe. Nêzikbûna we ji vî referandumê çi ye? Kurdên Bakur divê rengên xwe çawa nişan bikin?
Elî Ewnî: Rastî ez bixwe agahdar nînim pakêta ku Recep Tayyip Erdoğan pêşkêş kirîye çi tê da heye. Heke tenê li ser desthilata serokkomar e û serokkomar millet dengê xwe bidêyê yan jî parlamant bidê yê, em desthilatîyê wî kêm bibin, zêde bibin fermî ye, yan jî li ser naveroka destura anayasa Tirkî bi avayekî giştî, tu dizanî ku anayasa Tirkî da biyasa vicut da hebuna milletê nava Tirkîyê da hatîye qedexekirin. Niha li Tirkîyê Kurd hene, laz hene, çerkes hene, pontus hene, boşnak hene, yunanî hene, musulman hene, xrîstîyan hene. Lê Tirkan dewletek çêkirîye, “Bir dîl û bir dewlet û bir bayrak û bir nizanim çi.” Niha bîr nîne! Eğer Tirk dixwazin vî statûyo biguherin, bo Kurda baş e ku biçin deng bidin û wan yasayan biguherin. Lê eger tenê serokkomar tê guhertinê bo Kurdan çi ferq nake biçin an neçin. Yanê bêguhertin neyguhertin ji xalê Kurda nay guhertin. Rastî ev e.
Divê gelê Kurdistanê ber çavê wî zelal be, bizanibe. Li her parçeyê Kurdistanê jî em bizava rizgarîxweza Kurdistanê ne. Em opozîsyon nînin. Em partîyên berhingaru, ku dibêjin, nînin. Niha li nava Tirkîyê da bo Tirka ferq dike AK Partî desthilatdar bibe yan CHP bibe, yan MHP bibe yan jî hêzên partîyên din a Tirka tu navê wan dizanî ez hemuyan nizanim ji xeynî wan her sê partîyan her tim li masê, sen şanoyê dibînin.
Li Îranê jî her bi vî avayî ye. Yanê bo Îranîyan ferq dike, ha Haşimî bibe, ha Ahmedî Nejad bibe, ha Ruhanî bibe, ha filan bibe. Lê bu Kurda çi ferq dike? Kurd daxwaza mafê xwe dikin. Kral li vê derê bû me şoreşgerî kir, Ebdulkerim Kasim jî hat her me şoreşgerî kir, Ebdulselam Arîf hat her me şoreşgerî kir, Ebdurrehman Arif hat her me şoreşgerî kir, Hesen Ebubekîr bu her me şoreşgerî kirîye. Seddam Huseyîn hat her me li nava şoreşê da bûne. Em ne opozîsyon in, em bizava rizgarixweza gelê Kurdistanê ne. Gelê Kurdistanê divê xwe ji wê girêyê derbas bike, dibe navê wî opozîsyon be, dibe navê wî tu bizava rizgarîxwez bê tekoşenê bo serxwebûna Kurdistanê dikî divê xwe lav bike di vê deynê da. Lewma jî eger tu daxwaza serxwebûnê dikî bo me çi ferq dike?
Bo Tirkan girîng e serokkomarê wan be, bo Tirkan girîng e dewleta wan çi şiklî be, çi partî li ser be. Bo Kurdan ferq nake. Ji ber ku MHP jî bê her mafê me nade, AK Partî jî be her mafê me nade. Tabî karakterên wan henekî fark dike, henekî komplimanan bo Kurdan dikin, belkî henekî vekirîtirbin. Avakî giştî li gel mafê netewîyê gelê me razî nabin. Ne li wê derê, ne li İraqê, ne li Surîyê ne jî li Îran’ê!
Divê em li berjewenda xwe binêherin. Em ne li berjewenda Tirk û Erep û Farsîyan binêherin. Ji ber ku ew milletê serdest in. 80-90 salên jî xedrê li me dikin. Nû jî eva narecibînen eva 90 sal e xedrê xwe dikin. Ne nû ye ku bêjin heneke din jî becribînin.
“PKK bi hezaran navê wusan her sê pîtên latînî dane hev, HBŞ, YPS, PYD, YPG, YPŞ...”
Nerina Azad: Li rojên dawî zêdekirina hejmarên Pêşmergeyên Roj û derbasbûna wan Rojava ketîye li rojevê. Gelo rastîya vî çi ye? Bawerîya we heye ku PYD destura derbasbûna Pêşmergeyên Roj bide?
Em îzin ji PYD’ê naxwazin. Bi rastî jî gelek têkoşan hate kirinê. Rêkeftina Hewlerê yê ku rêkeftina Hewlerê du Rêkeftina Duhokê li gel PYD’ê hatine kirine, her car ji wê derê çun û bêwefayî kirin. Lê ez bawer dikim gelê me li Rojavayê Kurdistanê û ENKS’ê jî dizane hêzên mîna PYD’ê, yan jî hêzên mîna PKK’ê, bi rastî PYD nîne PKK’ye, PKK navê PYD li xwe kirîye. Ji xwe PKK bi hezaran navê wusan her sê pîtên latînî dane hev, HBŞ, YPS, PYD, YPG, YPŞ, tiştên wusa dane ber hev. Hemu jî PKK’ye. Ji wê, ewan, PYD sîyasetek xerap kirîye li Rojavayê Kurdistanê ji ber ku hîç rêkeftinek wana li gel Beşar Esad nîne. Bune hevalê Beşar Esad tenê bi wan Kurdan dieşînin.
Hejmara Kurdên ku PYD’ê girtine û xistine zîndanan xwe da deh cara ji wî zêdetir e ku Beasîya 50 salan da xistine zîndanên xwe da Kurdên têkoşer. Binêhere çiqas wana xelqê di zindanên xwe da kuştin, kore kirin, seqet kirin Beasîya wusan nekirîye. Beasîya çaryeke wana jî nekirîye. Û ewa şermazerîyek geleke mezin e.
Hêzekî Kurdî ku xwe bi nav dike ku ji bona azadîya Kurdistanê têkoşan dike gelê Kurdistanê di bin hêza Kurdistanê da bixwe azad nebe. Ev ne desthilatdariye ku tu nikarî ji alîyê sîyasetîyê ne li gel dewleta Beasîya şolekî bikî, rêkeftineka bicîh bikî, ne jî li gel opozîsyonê ku di vî gavê dijî dewleta Surîyê kar dike tu karekî bikî.
Te xwe xistîye hêzeka bin emir, bi pera em biçin we Îranê digrîn niha li ser Îranê sekinîne şerê demokrasî dikin “em qebul nakin, hizba Demokrata Kurdistana Îrana biçin şerê Îrana bike”. Li ber ba sînorê Surîye sekinîne “Em qebul nakin ENKS bê û şerê Beşar Esad bike”. Li nava Tirkîyê da herkesên dixwazê serxwebûnê jê ra dibêjî xîyanetkar, em daxwaza bratîya gelan û Tirkîyeke demokratik dikin.
Niha ecêp û susret ewe ku, hevalên PKK’ê wêgavê li dijî MHP û CHP û AKP’ê dibêjin “hûn xayîn in, hûn çima xîyanet li Tirkîyê demokrat dikin? Em daxwaza Tirkîyek demokrat dikin.” Ewa nezanîyek gelek mezin e.
Li Rojavayê Kurdistanê ez dibêjim ayînde ji bo ENKS’ê bo hêzên rastî ne, hêzên heqîqî ne. PKK, hêzeke heqîqî nîne. PKK, vêgavê bûye em dibêjin murtezîqe nizanim, hêzeke kêlê girtîye ser astê nîv dewlet herkes bixwe kêfa xwe digrê.
Berdidin me, me edet dikin, berdidin demokratê, berdidin ENKS’ê, berdidin xelqê Bakurê, bajêrên wan pê wêran dikin. Kî dixwazê çawa bide şolê wusan didin şolê.
Niha PKK buye 3 bal. Baleke PKK’yê bi rastî wêgavê hevalê Cumhurîya Îslamê Îranê ne, ji bo Cumhurîya Îslamê Îranê şerekî dijwar li ser me dikin.
Hemû xet û xetta cîhê ku Şîa hene wêga PKK wan devaran kontrol dike niha axir cîhê ku Şingalê dibêjin em ji wê dere dernakevin ku hende weku pîyê Îranê ji wê derê da bo bazde ber pîyê xwe bavêje ser vî kevirê xwe bazdidin heta digihin Surîyê digihin Lûbnanê.
Balek a duyemîn Alevîçîtî ye!
Ewa ew balê wana yê Alevîçîtîyê dikin mixabin ku pirsa me ne ya Alewîçîtîye, gele me Alewî jî hene, sunnî jî hene, êzidî jî hene, xristîyan jî hene, kakeyî jî hene. Bes pirsa gelê Kurdistanê ye, pirsa dînekê bi tene nîne. Li wê dere ketine dawayê Şîayê Îranê da.
Balek a sêyemîn bi Ergenekon û Derîn Dewlet va girêdayî ye!
Li alîyê din ji xwe esasê xîmê PKK Ergenekon û Derîn Dewlet destê wana têda hebû ji esas da balekî dewleta kur ya Tirka jî têda heye ku çi tiştê dewlet dixwazê wê bername dikin li ser Kurda.
Balê herî lawazê wana balê Kurdperwera yeku tene gerîllayên feqîrên yê ku çek li mile wan e rastî rêz û hurmeta min bo dile wan ê safî, bo mejîyê wan ê kurdeyatî heye. Lê yek wan bikartînin Ergenekon û İslahatê Îranê ye. Wan feqîra jî bera me didin.
Weyla kîş insanê Kurdperwer e ku nezane hebuna wî li Şingalê xerab e, yê me bixe tengasîyê. Kîj însanê têkoşer e nizane şerê PKK li Amedîyê, li Zaxo, li wan dera bu sebeba ku dewleta Tirka bikeve pê PKK’ê, bê nava Zaxo, bê nava Amedîyê. Me ew kuvvet nebu em şerê Tirka bikin. Wêgavê bûye cîhê tankên wana.
Êca ji nû hevaleki wan digot “Wexta tankê Tirka dibinim li Bamernî ne, ez fedî dikim”. Min go “Kurê dayika min, tu fedî nakî tanken wan li Amedî hene, li Cizîrê hene, li Sîlopî hene, li Wanê hene, li Erziromê hene, li Qersê hene, li Antepê hene, li wan bajaran tu fedî nakî? Eger raste tu fedî dikî, here wan tankan ji wê dere derxîne. Wê bazarîyê, wê müzayedeye li ser min neke. Wexta te ji wê dere derxist ew çar tank jî problemên mezin nîne, wê bixwe birevin.”
Êca ji wê bûne sebep û şerê xwe anîn wê dere û bûne sebep artêşa Tirka anîn wê derê. Niha jî dixwazin artêşa Tirka bigihînin Şingalê jî. Li wê dere bibe meydana milmilayîya Îranîyan û Tirkan.
Li Qendîlê rojane gundên me wîran dikin, wergîyê distînin, xeraç distînin ji xelqê, xelqê diêşînin. Êm hêza Başûrê Kurdistanê mêvanê xelqê Bakurê Kurdistanê bûn. Em nav malê wan da jî bun. Me xwe vedişart. Me digot, “Jendirme me bibinin, zirarekî bidin, karekî bikin ku xwedê neke rojek mala yekî seba bo me bê wêrankirinê”. Lê ew xwe nîşan didin ku tank bên yan jî balafirên bên gundê me xera bikin.
“Berjewendîyê PKK’ê li Şîngalê nîne!”
Nerina Azad: Gava Pêşmerge derbasê Kobanê bû wek kiyametek rabû. Ne alîkarî hebû, ne amadekarî hebu lê ruhek Kurdistanî hebu. Millet vî hêwîyê dike.
Elî Ewnî: Niha bizanin, PKK dibêje em Şingal’ê dernakevin, me Şingal’ê azad kirîye. Cara eva wirre! Rast nîne, wan Şingalê azad nekirine! Ew li ser sînorê Rojava bûn, derîyek wekin millet derbas be.
Eger wan Şingalê azad kirine çima naçin gundê tenişt kêlekê Şingalê DAİŞ têda, bila wî gundê jî azad bikin. Eger rast in.
Ew dikarin wê dewletê azad bikin Şingal cîhek gelek fireh e. Eger we azad kir, çima hûn gundê kêleka xwe naçin azad nakin? Eger rast be. Lê wir e.
Min girt jî rast be, farze mahal rast be, agir ket mala cîranê te, tû çûyî te agir temirand, makul e ku tu bibêjî “min vî agirê temirandî ye, ev xanî bo min e, min agirê wî wemirandî ye.”
Tu hatî te alikarîyê me kir, mala te ava. Gelek gelek spas. Wa em hatin me Kobanê rizgar kir. Qey me xwe asê nekir. Me negot “me Kobanê rizgar kir, Kobanê bo me ye. Me karê xwe xelas kir, îşek we yê din bi me heye? Ne xêr, mala we ava. Spas, spas.”
Me şehîd jî dan, me brîndar jî dan, me seqet jî dan. Vê gavê eva birastî enterîyek e, ewan kelagehîyek e, wekê ku dibêjin xwe fariskirine, xwe sepandine li ser gele me li Başur, li ser daxwaza Îranîyan e. Ne li ser dawxaza din.
Berjewendîyê PKK’ê li Şîngalê nîne. Bi rastî jî eger PKK hêzeke têkoşerê Kurdistanê bike, bila biçe parçeyek li Bakurê Kurdistanê rizgar bike. Eger rast be, bila biçe gundê Ebdullah Ocalan rizgar bike. Wana dibêjin “Bê serok jîyan nabe!”, ê serok jî muhtacek gündek e. Dê çawa bê zarokê jîyan bike bê Kurd.
“Tirk dibêjin ‘li ku derê cendirmeyek me hebe wê derê axa me ye!’ PKK ji dibêjin ‘li ku derê gerîllayek me hebe wê derê axa me ye!’ ”
Nerina Azad: Çima PKK hemu dinya wek bra dibine û dibe “Bijî bratîya gelan!”, Başurê Kurdistan û PDK wek bra nabîne. Çima nabîne?
Elî Ewnî: Nava PKK mejîya wan mejîyek mîna Tirka ye. Tirk dibêjin “li ku derê cendirmeyek me hebe wê derê axa me ye!” Ew ji dibêjin “li ku derê gerîllayek me hebe wê derê axa me ye!” Eva carek xwe fariskirin e, xwe mezinkirin e ser hesabê gele Kurdistanê ku em wasîy û, em qayyim û em mesulu gele Kurdistanê ne.
Babetek e û talîyê jî çi naxwazin. Eger wê gavê jî tu wexta PKK çêbû behsê serxwebûnê her çar parçeyê Kurdistanê dikir bi deh hezaran însan li her çar parçeyê Kurdistan gihişt PKK’ê. Niha dibêjin em dewlet naxwazin, dewletbûn eyb e, şermezarî ye, di exlaqê me da nîne, di felsefeya me da nîne. Ha millet jê vebû ye.
Ji ber ku bê millet mane, bê temel mane, dixwazin bi çek, bi zordarî, bi xwe fariskirin, bi şerfiroştin kuvveta xwe biparêzin. Eva jî derbas dibe ji wana. Ez bawer dikim PKK wek gelek hêzên dine vî meydanê da yê wunda bibe. Wê bibêjin rojek hêzek hebu, çi ku sîyaseta wan xelet e, êdî nemaye sîyasetek Kurdistanî nemaye. Siyaseta wan sîyaseta Tirka ye, Ereba ye, Farisîya ye, bo gelên serdest e.
“Niha heneka wekê Goran û Alî Bapîr ê Komela Îslamê gotine me serxwebûn navê. Malikî gotibû ‘Belê henek Kurdê biaqil hene Serxwebûnê naxwazin!’ ”
Nerina Azad: Milletên me li Ewropa dijîn rojevê gelek nêzîk va teqîp dikin bela ku Başurê Kurdistanê bi PDK li rîya serxwebûnê ye. Herkes meraq dike, ka wê çi bikin, çawa bikin? Çavê wan wê dere ye. Çi peyama we û nêrina we ji xelqê me yên li Ewropî heye?
Elî Ewnî: Pirsa serxwebûnê Kurdistan pirsek nîne ku tu daxuyanîyek bidî bêjî “Ez dewletek serbixwe me!”
Eva teqrîben nêzê salek derbas bû Brîtanya ji Yekitîya Ewropa derketîye hêj jê ew prosesa derketina yekcarî jî xelas nebû ye. Hêj di destpêkê da wê ne. Belkî saleke din, du saleke din jî vekişe bi temamî Brîtanya ji Yekitîya Ewropa derdiçe.
Em milletekî nêzikî 90 sale bindestê İraqê da ne. Têkoşana me yê çekdarî jî li gel omrê İraqê ye. Qasî omre İraqê me têkoşan kirîye. Ji wextê Îngilîz li wê dere bûn, Brîtanya li wê dere bûn heta niha em têkoşan dikin. Serhildana Şêx Mehmûdê Hefîdo, Şêx Ebdulselam Barzanîyê wana heta wê gavê ew têkoşan berdewam dike.
Vê dê axir serhildana serok Barzanî bo Bağdadî, di gel berpirsîyarên hemu partî û alîye sîyasî çun wê derê, go me ji Ebadî ra got “Me nekarî, em milletek bin di nav yek welat da, ne we îstîrahat kir, rehet ma, ne jî em rehet man. Ew hemû xwîn û ekonomi û wêranbûn û her tişt wêran bû. Wekê em nikarin bi hev ra yek gel bin, çima em nikarin du cîranên baş bin. Em alîkarîyê yekudu bikin bo du cîran. Evê em dibêjin jî ne bo fitne, ne bo xerapkarîyê ye, bo qencî ye, bo başîyê ye. Em dixwazin em derbas bin ji vî qonaxê”. Go Ebadî jî go “gelek baş e!”
Dîtina me da emê destpê bikin tîmên taybet ji me Kurd ji Kurdistanê û ji Erebîstana İraqê bila em bibêjin bên pêk anîn lê kaşaxî bi avahîyek bikin. Nêrîna me li Kurdistanê ew e ku “Yek sala danustandinê û me çêtire ji nîv saeta şêr kirinê”. Ev a nêrîna me ye.
Heqîqeta wê ji xwe jî me li gel hikumeta İraq’ê tiştek nema ye. Wezîr û karbidestên me yên li hikumeta İraq’ê hûn hêdî hêdî wa yek yek wan derdixînin. Genelkurmay bû ew jî nemaye, yanê cîhê wî jî Erebek danîne. Wê gavê me heye, me nîne me tîmeke parlamanterek li Bexdatê heye. Wekî bila bibêjin nûnerên me, di her şerrek diçin dişkin. Ji ber ku em tê tevda 57 nûnerên Kurda ne, ew 357 nûnerê Ereban e. Şîa û sûnnî dijî me şerê xwe dikin lê herdu dijî me muttefîq in. Niha Tirk û Îran ji kêşeyê wan ê Osmanî û Safevîyan hene, lê wextê tê ser Kurdan herdu jî muttefîqê hev in û rêkeftinan dikin û çawa kurdan jinav bibin.
Li parlamena İraqê jî em xizir dikin yanê me tiştek li gel İraqê nemane ji bilê wan çend endamên parlamen. Eger tu ji min tene dixwazî bi nêrîna min ew çend parlamen jî zêde ne ku li wê derê ne. Baştirin îş ew e. Ji ber ku eyb e.
Dibûya ku İraq bi rêkeftin, bi tewafuk bi rê va biçuya. Eva niha bir pirranî û bi kêmanî İraq’ê bi rê ve dibe. Her tiştna bikevê dengdanê, bikeve nava parlamena pirranî û bikêmanî yê derbas nebe. Her şerê parlamenterên me biçin yê wunda bikin. Bo ceme emê wunda bikin, bo neft emê wunda bikin, bo esker emê wunda bikin.
Binêherin. Hêza Pêşmerge, hêzeke navê wî di desturyan anayasayê İraqê hatîye. Dibêjê hêza Pêşmerge navê wî parêzerê herêmê ye, heresên herêmê ye û beşek ji sîstemê bergirî, yanê parastina emnîyetê İraqê ye, yanê bo cîhê ku artêşa İraq’ê ye pişka Herêma Kurdistanê bidin. Ê hêza Pêşmerge. Çekê ku tê, divê pişka hêza Pêşmerge bidin. Perwerderîyê eskerî, divê Pêşmergeyê me jî bikevin bin wê perwerderîyê da.
Eva 14-15 sale İraqa nû da yek dînarê reş ji Kurdistanê ra nehatîye. Yek dînar jî. Yek fîşek jî, yek gulleyek demanceyê jî bo me nehatiye. Di nava çend roja da Heşda Şabî çêkirin, birin parlaman jî, denge xwe jî dan û cih jî dan û pere jî dan û çek jî dan. Û mîlîşa ye, ne qanunî ye û ne yasayî ye. Her yek li ser yekê ye. Her grubek Heşdî Şabî li ser Amar Hekîm heye, ser bi Malikî heye, ser bi Abadî heye, ser bi Sadrî heye, Bedrîya heye. Yanê her grubek bixwe taqimek Heşda Şabî heye. Ewa hemû înan e, birine parlaman, ceh jî dan, pere jî dan, çek jî dan û qanunî jî kirin lê hêza Pêşmerga nikarî qanunî bibe. Navê wî li anayasayê heye. Lê qanunek pê derneket ku pereye bidin, îmkanê pê bidin.
Tu li İraqê çi hêwîya te maye? Niha me û hikumeta İraqê biryar daye ku em pêk ve dest bi prosesek bikin bo danustandin ser pirsa serxwebûna Kurdistanê bi rêka aşîtîyane. Bi rastî jî hemu partî û alîyên siyasi bi Serok Barzanî çun Bexda. Eva cara duyê ye. 18.5.2016’ê divîyabu ku jora operasyonê bu serxwebûnê Kurdistana bê pêk tînê hemû hizba xwe jê vedizîn dest bê kirin ku ditayed. Evê carê serok Barzanî û serokên partî û alîyên sîyasî ku ji Bexda hatine biryar û çîmeka çêkin careke din biçin Bexda li gel Bexdayê bo danustandinê. Hîç partîyek nûnerê xwe neşandîye, bi tenê em mane. Em behsa serxwebûna Kurdistanê dikin. Niha heneka wekê Goran û Alî Bapîr ê Komela Îslamê gotine me serxwebûn navê. Malikî gotibû “Belê henek Kurdê biaqil hene Serxwebûnê naxwazin!”
Eva Kurdê aqîl nînin. Eva eynî ew rê ye ya ku Seddam Huseyin wexta dixwast cepheyeka enîya niştimanî çêke, beroka niştimanî çêke, bi ser rêka rabû hindek partîyên biçuk kartonî çêkirin bi navê Kurda û got “Ewa ez û ewa partîyê Kurda”. Em li çîyê bûn. Cehşê xwe kiribûn hizb. Lîstikeka kevn e. Malikî jî bi eynî qonax derbas dibe. Ew hevalên ku li deste wî ne ew jî xwe dikin wekê hizbê kartonîyê yê di deste Seddam de. Wa şermezarîyek mezin e.
Nunerê gelê Kurdistanê yê dimîne Mesud Barzanî û Partîyê Demokratê Kurdistan nûnerê heqîqî vî gele ye. Eger ew dixwazin pirsa Kurdî çareser bikin li Rojhilata Navîn da divê li gel Mesud Barzanî danustandinê bikin.
“Bo Tirkekî, bo Erebekî, bo Farsekî em xayîn in, ji ber ku em azadîxwaz in!”
Nerina Azad: Seyda ev ne pirsa rojnamevana ne. Pirsa min e. Ez li Bakurê dijîm. Gelê Bakurê gelek slavan li te dikirin. Ez vî bibêjim. Gelek ji te hez dikin. Tu çi dibêjî ji wan ra?
Elî Ewnî: Ez destê hemûya radimûsim. Ez xulam û xizmetkarê gelê xwe me li her beşekî Kurdistanê, bi taybetî jî li Bakurê Kurdistanê. Li Kafkasya, li Rusya, li her derê Kurdek bişeref, birûmet hebe xulamtîya wî, xizmetkarîya wî dikim. Em memnun in. Ev a ji bona min midalyayeke ku milletê min ji min razî be. Bi rastî jî wexta dijmin û dagirkerên Kurdistanê ji min ra dibêjin xayîn kêfa min tê. Ji ber ku ez dizanim ez rêya dirust û xebat û xizmetkarîyê gelê xwe me. Tabî bo Tirkekî, bo Erebekî, bo Farsekî ez xayîn im. Belê em xayîn in.
Nerina Azad: Em Spas dikin ji bo vi hevpeyvina girîng Kek Elî Ewnî.
Elî Ewnî: Spas xweş.