Heyder Şeşo: Em li benda Serok Barzanî ne

Hêza Parastina Êzîdxanê dibe hêzeka fermî ya Kurdistanê

21.02.2017, Sal - 07:57

Heyder Şeşo: Em li benda Serok Barzanî ne
basnews
Nuçe Belav bike

Fermandarê Hêza Parastina Êzîdxanê Heyder Şeşo dibêje, Serok Barzanî biryar daye ku hêza wan bixe ser Wezareta Pêşmerge û di demek nêzîk de dê ew ferman bicîh were.

Heyder Şeşo ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî biryar daye ku hêza me bikeve ser Wezareta Pêşmerge, lê hêj ew ferman nehatiye cîh. Em li hêviya vegera Serok Barzanî ji Almanya ne, da ku çarenivîsa hêza me yekalî bibe.
Heyder Şeşo her wiha gotiye, pêwîst e ew navçeyên ku niba li nêzkî Şingalê di bin destê DAIŞê de mane, bên rizgarkirin û êdî xelk vegerin ser navçeyên xwe. Ji bo vegera xelkê jî em daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku Şingalê avedan bike.

Fermandarê Hêza Parastina Êzîdxanê aniye ziman ku Wezareta Pêşmerge wezareta tevahiya gelê Kurd e û wezareta me ye jî, ji ber ku em êzîdî Kurdistanî ne û ti demekê em nikarin xwe ji Kurdistanê dûr bixin.
Hêza Parastina Êzdîxanê ku Heyder Şeşo fermandarê wê ye, hejmara wê zêdetirî 7 hezar kes e û zêdetirê 4 hezar kes ji wan perwerdeya leşkerî dîtine.

Şeşo red kiriye ku hêza wan ser bi PKK yan Heşda Şeibî be û gotiye: “Rast e Heşda Şeibî alîkariya darayî dida me, lê piştî 2015ê me pêwendiya xwe pê re qut kir.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1515 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:46:44
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x