Heysem Ehmed: Vegera xelkê bi vegera Pêşmerge ve girêdayî ye

Rêveberê Bajarokê Qerac Heysem Ehmed ragihand, ji ber valahiya ewlehiyê, liv û tevgerên DAIŞê li navçeyê hene, bi taybetî jî li derdora çiyayê Qereçûxê.

27.09.2022, Sal - 07:18

Heysem Ehmed: Vegera xelkê bi vegera Pêşmerge ve girêdayî ye
Nuçe Belav bike

Heysem Ehmed ji Kurdistan24ê re ragihandiye, vegera xelkê bo ser cih û warê xwe, bi vegera hêzên Pêşmerge bo wan deveran ve girêdayî ye, lewra rewş metirsîdar e.

Herwiha Ehmed destnîşan kiriye: “Niha rewşa ewlehiyê ya li nahiya Qerac seqamgîr e, lê belê li aliyê çiyayê Qereçûxê valajiya ewlehiyê heye, welatiyên Kurd gundên xwe vala kirine û di nav wan gundan de tenê 3-4 mal mane, sedema vê yekê jî rewşa ewlehiyê û tunebûna hêzên Pêşmerge ye.”

Heysem Ehmed dibêje: “Hebûna DAIŞê li vê deverê heye, bi taybetî li deverên çiyayê Qereçûxê, derbarê gundên Kurdan de, vegera xelkê bi vegera hêzên Pêşmerge bo sînorê navçeya Mexmûrê ve girêdayî ye, bi taybetî jî nahiya Qerac, da ku asayîş vegere navçeyê, ji ber ku xelk gelek ji vê rewşê ditirse’’.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 366 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:00:39
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x