Hikûmeta Kurdistanê bersiva wê buxtana PYDê da

PYDê îdia kiribû ku balafirên Tirkiyê li Başûr rabûne û li Rojava dane!

11.01.2017, Çar - 15:48

Hikûmeta Kurdistanê bersiva wê buxtana PYDê da
Nuçe Belav bike

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi tundî bersiva tohmetên Partiya Yekitiy Demokratîk (PYD) da ku îdia kiribû helîkopterên şer yên Tirkiyê ji Herêma Kurdistanê re êrişî Rojava kirine.

PYDê çend roj berê îdia kiribû ku roja 3 vê mehê, 5 helîkopterên şer ên Tirkiyê li navendeke serbazî li Herêma Kurdistanê rabûne û êrişî gundê Til Elo li Kantona Cizîrê ya Kurdistana Rojava kirine.

Derheqê vê tohmetê de, hikûmeta Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û bi tundî bersiva PYDê da.

Di daxuyaniyê de ku nusxeyek ji BasNewsê re hatiye şandin, hatiye ragihandin ku ew tohmet û buxtanên PYDê derew in û nîşana wê ne ku ewên ku ew buxtan li Herêma Kurdistanê dane “gelekî nexweş in”.

Di daxuyaniyê de her wiha hatiye gotin ku ew tohmeta PYDê “kenê mirov tîne” çimkî li Herêma Kurdistanê ti navendeke serbazî nîne ku balafirên şer jê rabibin û li Rojava bidin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1161 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:50:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x