Holanda: Pêşmergeyan ji bo azadkirina navçeyên cuda gelek qurbanî dane

Serkwezîrê Kurdistanê li gel wezîra derve yê Holandayê civiya

11.01.2017, Çar - 08:21

Holanda: Pêşmergeyan ji bo azadkirina navçeyên cuda gelek qurbanî dane
Nuçe Belav bike

Êvara îro 10.01.2017ê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêcîrwan Barzanî pêşewazî li Wezîra Bazirganiya Derve û Hevkariya Geşepêdanê ya Holandayê, Lilianne Ploumen û şanda li gel de kir. Li hevdîtinê de Ploumen kêfxwaşiya xwe ji bo azadkirina navçeyên cuda yên ku li destê DAIŞê de bûne û ji aliyê Pêşmergan ve hatiye azadkirin anî ser ziman û fedakarî û qurbanî dana Pêşmergeyan bilind nirxand.

Herwha Wezîra Hollandî spasiya xelk û hikûmeta Kurdistanê jî kir ku di tekoşîna hemberî terorê de xweragir bûne û rexmî rewşa zehmeta aborî jî, pêşewazî li hejmareke zede, penaberên destê terorê kirine û alîkarî û xizmetguzariyên pêwîst ji bo wan pêşkêşkirine.

Wezîra Holandî di beşek din de tekezî li ser çareserkirina kêmasiyên nav kempan de jî kir û bi pêwîst zanî ku civaka Navnetewî bi rêyên cuda arîkaiyên xwe pêşkêşî penaberan bikn û herwaha li ser qonaxa piştî DAIŞê û dabînkirina asyîş û avadankirina navçê de, jî tekezî kir û herwaha amadebûna welatê xwe jî bo arîkarîdana Hikûmeta Kurdistanê jî nîşan da.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê jî, ji bo serdana û têbînî û nêrînên şandê spasiya xwe anî ziman û ew piştrast kirin ku vê Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam be li arlîkarî dana penaberên destê terorê.

Di dawiyê de serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekez kir ku Hikûmeta Herêmê ji bo her guhertin û pêşveçûnên serdemiyane ku li berjeweniya xwelkê Krudistanê de be amadeye . Li ser vê yekê jî eşkere kir ku Kurdistanê dikare sûdê ji şarezayî û ezmûnên Holandayê vergire ji bo vê yekê jî her du alî dikarin lijneyên taybet ava bikin û daxwaz jî li Holandayê kir ku li asta Navnetewî de rolê xwe bilîze ji bo ku di vê rewşa zehmet de civaka Navnetewî arîkaiya Herêma Kurdistanê bike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1116 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:49:46
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x