Ji bo xizmên ‘şehîdên parastina Kerkûkê’ biryareke girîng

Rêveberiya Kerkûkê biryar da ku erseyan bide xizmên Pêşmergeyên ku di parastina Kerkûkê de şehîd ketine.

26.09.2023, Sal - 16:06

Ji bo xizmên ‘şehîdên parastina Kerkûkê’ biryareke girîng
Nuçe Belav bike

Li gorî heman biryarê, dê xizmên endamên Heşdî Şebiyê yên ku dema parastina Kerkûkê canê xwe ji dest daye jî dê erseyan wergirin.

Parêzgarê Kerkûkê yê bi Wekalet Rakan Cibûrî, ji bo ku ji xizmên şehîd û birîndarên parastina Kerkûkê re erse werin dabînkirin ji Rêveberiya Şaredariya Kerkûkê re nivîsek şand.

Rakan Cibûrî, di nivîsa xwe de xwest demildest erseyan bidin xizmên şehîd û birîndarên parastina Kerkûkê.

Li gorî nivîsa Cibûrî dê van erseyan bidin xizmên “Pêşmerge, Parastin, Dijî Teror, Heşdî Şebî” û hêzên din ên ewlehiyê.

Rakan Cibûrî xwest ku di qonaxa ewil a vê biryarê de şaredariyên tevên nahiye û qezeyan 600 perçe zevî dabîn bikin, Şaredariya Kerkûkê jî 850 perçe zevî dabîn bike.

Cibûrî, di nivîsa xwe de da zanîn ku ev mijar gelekî girîng e û divê zû were bicihkirin.

Qaymeqamê navçeya navendî ya Kerkûkê Felah Yayçî, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku Parêzgarê Kerkûkê li gorî talîmatên Serokwezîrê Îraqê ev biryar daye.

“Em erseyan didin xizmên şehîd û birîndaran”

Felah Yayçî da zanîn ku hinek kesan dest bi avakirina xaniyan kiriye û got:

“Xizmên Pêşmergeyan jî di nav de, em erseyan didin xizmên şehîd û birîndaran. Kesên ku li taxa Kobaniyê (taxek e li Kerkûkê) erseyên xwe wergirtine dest bi avakirina xaniyan kiriye.”

Yayçî herwiha amaje pê kir ku ew di navbera hêzan de cudahiyê nakin û dê erseyan bidin xizmên tevên şehîd û birîndarên ku Kerkûk parastiye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 667 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:34:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x