Kerkûk: 'Di nava 8 salan de ji Ereban re 9 tax hatine çêkirin'

Serokê Desteya Herêmên Kurdistanî yên li Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê Fehmî Burhan diyar kir ku li Kerkûkê dagirkerî û talankirina zeviyên Kurd û Tirkmenan roj bi roj zêde dibe.

11.06.2024, Sal - 15:05

Kerkûk: 'Di nava 8 salan de ji Ereban re 9 tax hatine çêkirin'
Nuçe Belav bike

Li gorî gotina Fehmî Burhan, di heyama 8 salên borî de 9 taxên nû yên Ereban li Kerkûkê hatine çêkirin.

Her yek ji wan taxên Ereban 2 caran li taxên Rehîmawe û Şorîceyê yên Kerkûkê ye.

Fehmî Burhan, ji bo gotûbêjkirina rewşa Kerkûkê çû bajêr û bi berpirsên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)  Tevgera Goran, Yekgirtûya Îslamî û Komeleya Dadgeriyê yên Kerkûkê re civiya.

“Zeviyên Kurdan û Tirkmenan tên talankirin”

Fehmî Burhan behsa metirsiyên guherîna demografiya Kerkûkê kir û wiha got:

"Kurd, di rêveberiya bajêr de cî nagirin. Divê em vê qonaxê bi dawî bikin.

Roj bi roJ demografiyê diguherin û di xizmetguzariyê de cihêkarî tê kirin.

Dîsa zeviyên Tirkmen û Kurdan tên talankirin. Divê ew guhertina demografiyê bisekine.

Ajandayeka din li dû guhertina wê demografiyê heye.”

Ji Selahedîn, Diyale û başûrê Îraqê xelkê tînîn Kerkûkê

Fehmî Burhan di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku rojane Ereb ji Selahedîn, Diyale û başûrê Îraqê tên, ew li Kerkûkê tên bicîkirin û ji wan re nasname û formên xwarinê tên çêkirin.

Li gorî gotina Fehmî Burhan, di maweyê 8 salên borî de 110 postên cuda yên rêveberiya Kerkûkê ji Kurdan hatine standin û zulmeke mezin li Kurdan tê kirin.

Fehmî Burhan di wê baweriyê de ye ew tişta ku li Kerkûkê li hemberî Kurdan tê kirin bi tenê ne ji aliyê parêzgarê Kerkûkê ve tê kirin.

“Pirsgirêka zeviyan bi awayekî demkî çareser bûye”

Fehmî Burhan di beşeke din a axaftina xwe de pirsgirêka zeviyên cotkarên Kurd bi bîr xist û wiha got:

“Pirsgirêka zeviyan aniha bi awayekî demkî hatiye çareserkirin.

Hemû pirsgirêkên Kerkûkê girêdayî hevdû ne û divê hemû bi hev re bên çareserkirin.

Bûyer û helwest niyeta çareserkirina pirsgirêkan nebe ev jî tê wê wateyê ku ajandayeke nû ya guhertina demografiya Kerkûkê heye. “

Fehmî Burhan piştî vegera ji Kerkûkê dê raporekê amade bike û dê rapora xwe radestî Serokwezîriya Herêma Kurdistanê û serokên partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bike.

“Ereb xwe ji hilbijartina parêzgar re didin paş”

Fehmî Burhan li ser hilbijartina parêzgarê Kerkûkê jî wiha got:

"Hêviya me heye, piştî cejnê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê li ser hilbijartina parêzgar bicive û pirsa parêzgar jî çareser bibe.

Lê tişta ku me fam kiriye nûnerên pêkhateya Ereb ji bo hilbijartina parêzgar xwe nadin pêş.”

Li gorî gotina Fehmî Burhan, Tirkmenên Kerkûkê jî ji rewşa aniha ya bajêr dilgiran in.

Lewra Rakan Cibûrî 6 meh in, bi wekaletî kar dike û ti kes jî çavdêriya wî nake û bi tenê Ereb û partiya Rakan Cibûrî ji rewşa niha ya Kerkûkê sûdê distînin.

18ê Kanûna Pêşîna 2023yan li Îraqê piştî sala 2013an û li Kerkûkê jî piştî sala 2005an hilbijartinên encûmenên parêzgehan hatin kirin.

Kurd li Kerkûkê bi 5 lîsteyên cuda beşdarî hilbijartinan bûn, YNKyê 5 û PDKyê 2 kursî standin.

Parêzgariya Kerkûkê ji 2005an heta 2017an di destê YNKyê de bû.

Piştî bûyerên 16ê Çiriya Pêşîn ên 2017an, êriş û talankirina zeviyên Kurdan li Kerkûkê û Herêmên Kurdistanî yên li Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê dest pê kir.

Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm ji erkê parêzgariyê hat standin û Rakan Cibûrî wekî parêzgarê bi wekalet hat sepandin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 397 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:43:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x