Kurdistan û Îran di hinardekirina enerjiyê de dibin rikberên hev

Hinardekirina petrola Başûrê Kurdistanê ji bo Ewropayê bûye sedema wê yekê, ku di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de rikberiyek çêbibe. Bi heman awayî, di paşerojê de Başûrê Kurdistanê bi şandina gaza sirûştî dibe rikberê Îranê.

20.02.2017, Pts - 14:51

Kurdistan û Îran di hinardekirina enerjiyê de dibin rikberên hev
Nuçe Belav bike

Hinardekirina petrola Başûrê Kurdistanê ji bo Ewropayê bûye sedema wê yekê, ku di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de rikberiyek çêbibe. Bi heman awayî, di paşerojê de Başûrê Kurdistanê bi şandina gaza sirûştî dibe rikberê ÎranêDi destpêka sala 2014ê de hikûmeta Herêma Kurdistanê yekemîn barê petrola Başûrê Kurdistanê bi rêya boriyê şande Bendera Ceyhanê ya Tirkiyê. Bi vê pêngavê petrola Kurdistanê cihê xwe yê di bazara cîhanê de girt û navê Kurdistanê weke aktorekî nû di cîhanê de derket.

Hatina Herêma Kurdistanê bo nav bazara cîhanê hevdem bû ligel kûrbûna pirsgirêka berhemanîna enerjiya atomî ya Îranê ya li gel welatên Rojava.

Piştî çend xulên danûstandinan jî di vê mijarê de Îran û welatên rojava negihiştine encamên baş û ji ber ambargoyên li ser Îranê jî asta hinardekirina petrola vî welatî daketibû. Beriya ambargoyê Îranê di rojekê de milyonek bermîl petrol hinarde dikir.

Ambargoya li ser Îranê di vê serdemê de delîveyekê zêrîn ji bo Başûrê Kurdistanê derxist da ku bikare valatiya Îranê dagre û petrolê bifiroşe parzûngehên Ewropayê. Bi vî awayî Başûrê Kurdistanê di bazara petrolê ya Ewropayê de bû rikberê Îranê.

Beriya tundbûna ambargoyê Îranê rojane 800 hezar bermîl petrol dişande Ewropayê. Lê piştî rêkeftina atomî di dawiya sala 2015ê de ev rêje dakete 355 hezar bermîlan.

Lê di di yekemîn meha sala 2017ê de Îranê asta hinardekirinê derxiste 622 hezar bermîlan. Niha Herêma Kurdistanê rojane zêdetirî 600 hezar bermîl petrolê dişîne bazara Ewropayê. Ev yek jî bûye sedema rikberiyeke tund a di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de.

Pozberiya di navbera Îran û Başûrê Kurdistanê dê tenê di warê petrolê de nemîne. Ji ber ku di pêşerojekî nêzîk de dê herdu alî di mijara hinardekirina gaza sirûştî de jî bibin rikberên hev.Îran niha ji sedî 20ê pêwîstiya Tirkiyê ya gaza sirûştî pêşwazî dike. Di sala 2018ê de Herêma Kurdistanê jî tê nav bazara gaza xwezayî ya Tirkiyê de û bi dayîna gaza erzan Tirkiye dikare hawirdekirina gaza Îranê kêm bike.

Parve bike

Şîrove

rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 1367 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:55:51
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x