Leyla Qasim 51 sal berê hat îdamkirin

Kelemê çavê neyaran Leyla Qasim 12ê Gulana 1974an ji aliyê rejîma Beasê ya Îraqê ve hat îdamkirin.

12.05.2025, Pts - 16:04

Leyla Qasim 51 sal berê hat îdamkirin
Nuçe Belav bike

Îro 51 sal di ser şehîdkirina xwandekar û xebatakara rêya rizgariya Kurdistanê Leyla Qasimê re derbas dibin.

 Leyla Qasima ku bûye sembola wêrekî û cesaretê dema îdamkirinê marşa netewî ya Ey Reqîb xwend û ji bo heta hetayê di hizra neteweya Kurd de zindî ma.

Leyla Qasim yek ji wan jinan e ku di dîroka siyasî ya Kurdistanê de bûye pêşeng û sembola qehremaniya şoreşgêriyê.

Leyla Qasim sala 1952yan li bajarê Xaneqînê yê Başûrê Kurdistanê ji dayik bû.

Sala 1970yî dema ku li Zanîngeha Bexdayê beşa Civaknasiyê dixwend, di 18 saliya xwe de bû endama Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK).

Herwiha di sala 1972yan de jî di damezirandina Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de cih girt.

“Jin jî dikarin ji bo welatê xwe têbikoşin û canê xwe feda bikin”

Leyla Qasim bi gotina "Min xwest nîşan bidim ku jin jî dikarin ji bo welatê xwe têbikoşin û canê xwe feda bikin" beşdarbûna xwe ya têkoşîna azadiya Kurdistanê anî ziman.

“Ez dê kengî Alaya Kurdistanê bilind bikim”

Xwişka Leylayê ya mezin Sebîha Qasimê da zanîn ku ku Leyla xwendekareke jîr û jêhatî bûye û wiha pê de çû:

“Li Îraqê her roja pêncşemê li dibistanan ala dihatin bilindkirin.

Ji ber ku Leyla jêhatî bû birêvebirê dibistanê ji Leylayê dixwest ew alayê bilind bike.

Rojekê hat malê û ji bavê min re wiha got; `Ez li dibistanê Alaya Îraqê bilid dikim. Ez dê kengî Alaya Kurdistanê bilind bikim.”

Ji ber xebatên di rêya tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê de, 28ê Nîsana 1974an ji aliyê Hikûmeta Îraqê ve hatibû girtin.

Leylaya Kurdan 12ê Gulana heman salê bi destê Hikûmeta Beasê ya Îraqê ve hat bidarvekirin.

Leyla û çar hevalên xwe Hesen Heme Reşîd, Nerîman Fuad, Azad Silêman Mîran û Cewad Hemewendî 28ê Nîsana 1974an hatin girtin.

Rejîma Bexdayê di Rojnameya Elsewreyê ajansa fermî ya dewletê û di radyo û televîzyona xwe de ew girtî “wekî terorîst û dijminên dewleta Îraqê” bi xelkê û raya giştiya cîhanê re dan nasîn.

Beasiyan ji Leyla Qasimê xwest ku bi nivîsîna nameyekê ji Serokkomarê Îraqê yê wê demê daxwaza lêborînê bike û bi vî rengî poşmaniya xwe ji wan re diyar bike.

“Ez ji gelê Kurd lêborînê dixwazim”

Lê Leylayê wiha bersiv da wan: “Eger ku ez ji karekî jiyana li vê cîhanê poşman bibim, ew ev e ku ez zû dimirim bêyî ku karibim demeke dirêj ji gelê xwe re xebatê bikim û eger qirar be daxwaza lêborînê ji kesekî bixwazim, ez daxwaza lêborînê ji gelê Kurd dikim.

Ji ber ku bi rastî, min ji bo doz û pirsgirêka neteweya xwe kêm xebat kiriye.”

Leyla û hevalên xwe di girtîgehê de rastî gelek şkence û azarên pir giran hatin.

Her çiqasî tawanekî her biçûk jî li ser wan nehat îsbatkirin jî rejîma Îraqê ji bo tirsandina Kurdan û bi taybetî rewşenbîrên Kurd ku piştgiriya doza xwe ya neteweyî dikir, di demeka kurt de (bi qasî 14-15 rojan) bi pêkanîna dadgeheke formalîte her pênc ciwanên Kurd mehkumî îdamê kirin.

Dema ku ew di bin çavdêriya îstixbarata dewleta Îraqê de bû, bi cesaret bersiva pirsên karbidestên dewletê dida.

“Bi kuştina min bi hezaran Kurd dê ji xewa giran şiyar bibin”

Leyla Qasim di dadgehê de û piştî ku cezayê bidarvekirinê lê hat birîn, bi dengekî bilind ji hakimê Beasî re got:

“Min bikujin lê vê rastiyê jî zanibin ku bi kuştina min bi hezaran Kurd dê ji xewa giran şiyar bibin.

Ez pir kêfxweş im ku bi serfirazî û di rêya azadiya Kurdistanê de canê xwe feda dikim.”

Her ji roja şehîdkirina xwe ve û heta niha, Leyla Qasim bûye sembola jina Kurd a şervana azadî û rizgariya Kurdistanê û di siyaset û edebiyata Kurdî de cihekî wê yê taybet heye.

Şehîdkirina Leyla Qasimê di demekê de bû ku pêwendiyên navbera tevgera rizgarîxwaz a Başûrê Kurdistanê ya bi serokatiya Mele Mistefa Barzanî û hikûmeta navendî ya Îraqê ber bi xirabbûnê ve diçûn û Bexdayê hewl dida ku rêveberiya otonomiyê ji Kurdan wergire ku piştî rêkeftina 11ê Adara 1970yî hatibû avakirin.

Yekem jina ku hat îdamkirin

Her wiha Leyla Qasim bû yekemîn jin ku li Îraqê cezayê îdamê li ser wê hat sepandin.

Her çend bi awayekî fîzîkî û derûnî gelek şkence lê hatibû kirin jî Leyla Qasim ji bo ku dilê dostan şa bike û dilê dagîrkerên welatê xwe biêşîne, bi rûyekî xweş û kenê li ser lêvan ber bi darê îdamê meşiya.

Di deqîqeyên dawiyê de wê nehişt ku rondik li ser çavên wê diyar bibin û nehişt ku destên wê jî girê bidin.

Wê bi xwendina sirûda neteweyî ya Kurdan “Ey Reqîb” baweriya xwe ya bêdawî ji bo doza Kurdistanê nîşanî her kesî da.

Piştî şehîdkirina ciwanên Kurd, Selamê birayê Leylayê jî li Bexdayê ji aliyê Beasiyan ve hat şehîdkirin.

Gunehê Selam tenê ew bû ku wêneyê Leylayê gihandibû destê xwendevanên Kurd ên li Ewropayê ku endamên Yekîtiya Qutabiyên (Xwandekarên) Kurdistanê (YQK) bûn.

Karbidestên îstixbarata dewleta Îraqê dizanîn ku eger keçeke wiha xwedîbawerî zindî bimana dê bandoreke mezin li ser bîr û rayên xwendevanên Kurd û Ereb bikira.

Ji bona wê jî di demeke kin de bi lez û bez doza wê û çar hevalên wê bi dawî anîn û 12ê Gulana 1974an, saet 07:00ê berê sibê Leyla Qasim û hevalên wê hatin îdamkirin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 96 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:51:32
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x