Di daxuyaniya ku doh ji aliyê Asayîşê ve hat dayîn de, hat diyarkirin ku operasyon li ser bingeha zanyariyên hûr ên îstixbaratî û bi destûra saziyên dadwerî hatiye pêkanîn.
Hat eşkerekirin ku li herêmîn Pelkane û Tawirkeweyê yên Kerkûkê ve hêzan avêtiye ser stargeheke ku hatibû destnîşankirin.
Li gorî daxuyaniyê, di navbera hêzên ewlehiyê û çekdarên DAIŞê de ji nêz ve pevçûn derketiye û 3 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
Nasnameyên kesên ku di pevçûnê de hatin kuştin wiha hatin eşkerekirin:
Eymen Corc Ehmed el-Ubeydî (Nasnav: Adem): Berpirsê devera Silêman Begê
Huseyîn Elî Xelef Hebîb el-Mefrecî (Nasnav: Ebû Ezra): Endamê DAIŞê
Yaqûb (Nasnav: Ebû Caban Îranî): Endamê DAIŞê
Her wiha hat ragihandin ku di çarçoveya operasyonê de stargeh û cihên xweveşartinê yên DAIŞê bi temamî ji holê hatine rakirin.