Li Mexmûrê 3 Pêşmerge şehîd ketibûn: ‘Di bûyerê de destên derveyî hene’

Sererkanê Pêşmergeyan da zanîn ku di bûyerên li Mexmûrê de destên derveyî hene.

26.10.2023, Per - 13:29

Li Mexmûrê 3 Pêşmerge şehîd ketibûn: ‘Di bûyerê de destên derveyî hene’
Nuçe Belav bike

PKKyê li navçeya Mexmûrê 4 xalên kontrolê yên li Çiyayê Qereçoxê radestî artêşa Îraqê kirin.

22yê ve mehê saet 16:00an li Mexmûrê di navbera Pêşmerge û artêşa Îraqê de şer derket.

Di encama vî şerî de 2 Pêşmerge şehîd ketibûn.

Fermandarên Lîwaya 18an a Pêşmergeyan Salih Zirarî jî di vî şerî de birîndar bûbû.

Salih Zirarî vê sibehê li nexweşxaneya ku dihat dermankirin şehîd ket.

Sererkanê Pêşmergeyan Îsa Uzêr, beşdarî merasîma bixakspartina Salih Zirarî bû.

Îsa Uzêr li vê darê da zanîn ku “Em li hêviyê ne ku di dema herî nêzîk de rewşa Çiyayê Qereçoxê asayî bibe.”

“17 Pêşmerge birîndar bûn”

Sererkanê Pêşmergeyan destnîşan kir, “Di wî şerî de 17 Pêşmerge birîndar bûn, niha jî 2 ji wan li nexweşxaneyê ne.”

Îsa Uzêr herwiha amaje pê kir ku di wî şerî de 2 leşkerên artêşa Îraqê mirine û 8 jî birîndar bûne.

Sererkanê Pêşmergeyan Îsa Uzêr “nebûna hevahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Îraqê de” wekî sedema herî mezin a vê bûyerê nîşan da.

Îsa Uzêr di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser “destên derveyî” û got:

“Di girtina bilez a van xalan de destên derveyî hene. Niha em hewl didin van pirsgirêkan çareser bikin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 344 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:26:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x