Li Silêmaniyê 5 kes ji ber revandina keçekê hatin girtin

Rêveberiya polîsê Silêmaniyê bi daxuyaniyekî ragihand, li Silêmaniyê 5 kes ji ber revandina keçekê hatine girtin.

17.08.2023, Per - 12:22

Li Silêmaniyê 5 kes ji ber revandina keçekê hatin girtin
Nuçe Belav bike

Îro 17.08.2023yê rêveberiya polîsê Silêmaniyê bi daxuyaniyekî ragihand: ‘’Piştî ku hemwelatiyekî li binkeyê polîsê Raperîn gilî kir ku keça wî diyar nemaye, hêzên polîs lêkolîn û dûvçûn dan destpê kirin û piştî wergirtina biryara dadwer, cîhê tometbaran hat dîtin û her 5 tometbar ji ber revandina keçekê hatin girtin.’’

Hat ragihandin piştî temam kirina tevdîrên yasayî bi biryara dadwer ew keç dê radestî kesûkarên wê bê kirin.

Polîsê Silêmaniyê diyar kir, hemû tometbarên bi navên J.R.R yê dayîkbûyê sala 2004ê, E.Î.H yê dayîkbûyê sala 1999ê, Ş.Ê.M ê dayîkbûyê sala 2001ê, R.R.R yê dayîkbûyê sala 2003yê û P.C.H yê dayîkbûyê sala 2002yê bi biryara dadwer û li gor madeya 421ê ya yasaya cezayê Iraqê hatine girtin û lêkolîna li gel wan jî berdewam dike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 287 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:09:27
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x